Taybetîyeke seyr û balkêş ku li benda analîzeke psîkolojîk a kûr û dûr a Kurdan heye, ev e ku ji xeynê xwe didin peyê xelkên xerîb.
Pir zû û hêsan dikarin dev ji armanc û berjewendîyên xwe yên jîyanê berdin, bidin pey ên milletên din.
Ji bo pêkanîna armacên ew dewletên dagirker ku wan parçe û ji hev belaûwela kirine, mîna ku parçeyek ji wan dagirkeran bin û mîna ku hîç tiştekî nehatibe serê wan, hemû tiştê ji bîr dikin û bi hestên mezintirîn xwebiçûkkirinê dibin xizmetkar û canfedayê wan armancên bîyanî.
Bêku carek li neynikê binihêrin û bêjin: “Em di çi halê da ne!”
Bi kurtasî: Ji xwe ra kûsîgir, ji xelkê ra masîgir in. Meriv nikare di vê radeyê da êdî Kurdan nas bike.
Gelo ev ne nexweşîya velîskê (şok) be, em pê ketibin?
Kurdan ji roja ku îslamîyetê çi bi zorê û çi ji dil û can pejirandine heya îro li pey ereb, faris û tirkan di nava xeweke kûr a xefletê da ne.
Derûnîya civakê ji ber wê nexweşîya velîskeyê rûxîya ye.
Heke dayîkeke Kurd du-sê zarokên xwe qurbanî dabe ji bo azadîyê û li dawîyê rabe ji qatilên zarokên xwe ra bêje:”Em bijîn jî bi hev ra, em bimirin jî bi hev ra!” Ev ne velîske be, çi ye? Ev ne rûxîn be, çi ye?
Ev rewşa xewa xefletê û velîskeya derûnê ev heştê sal in jî li pey çep û kemalîstên tirkan mîna xewger li ba dibe, diçe û tê.
Sûnîyên Kurdan li pey îslamîstan, elewî û “çep û sosyalîstên” Kurdan li pey çep û kemalîstên Tirkan xwe dixapînin. Xwexapandin bi xwe ra civakê dirizîne.
Serkêşîya vê rizînê jî bi sedsalan e, mîr, beg, şêx, ronakbîr û li vê sedsala dawîyê jî partî û serokê wan partîyên “Kurd” dikin. Ka binihêrin we millet xistîye çi halê?
Dema hun wan rexne bikin, hêrs û tore dibin û dibêjin me ked û şehîd dane, mafê we yê rexneyê nîne!” Naxêr!
Milletê Kurd ked û şehîd daye ji bo azadîya xwe û serxwebûna Kurdistanê.
We serpereştîya vê ked û têkoşînê kirîye. Kes vê serpereştîya we mendele nake.
Lê yan ji ber tirs û berjewendîyên xwe yên şexsî, yan ji ber kêmkapasîte û têrnekirina zanînên xwe, ku we nekarîye têkoşînê ji tengavan derbixin, di radeyên herî dîrokî û girîng da, ku sed sal carek bi dest nakeve, dîsa we wê têkoşîna bi xwîn, xwêdan û ked vestirî pêşkêşî dewletên dagirker kirîye.
Ne yaseyeke neteweyî, ne peymaneke civakî ya giştî heye, ku hun jî li hemberê berpirsîyar bin û her carê nekevin nava wan sûcên dîrokî û millet jî nekin hevkarên xwe.
Heke milet ji xewa xefletê şîyar nebe, jixwe sûcdarê herî mezin ew e!
Ev çendek e, li meydana Taksîm a Stenbolê çep û kemalîstên tirkan, komûmomên virda û wêda ên tirkan di destên wan da alayên tirk, resmê M.Kemal qerebalixê dikin.
Heke îslamîstên tirk vê qerebalixê bikin, bêguman wê di destên wan da jî alayên tirk hebin… Ew sembola komkûjî û faşîzmê.
Her du alî jî şoven û faşîst!
Desthilat di destê kîjan alîyê da be, ew ê hinek bi mûxelefeta xwe ra şeklen û kerhen bi tedbîrên polîsîye çend hêrişan bikin û paşê jî bi awayekî li hev werin û dewleta wan her berdewam be.
Kurd jî dê her carê bidin peyê alîyekî û bê dewlet, bê azadî û bê par ji mafên xweyên civakî di navberê da biperçiqin, herin.
Bi qerebalixa Taksîmê ra ew meyila Kurdan ên bi alîyên çep û kemalîstên tirk dîsa xurt û gurr bû. Dan dû wan Tirkên Taksîmê.
Mîna ku yên di nava DTP da têr nekiribe, van rojan kaxêz-qelem têra wan nivîskar û ronakbîrên me yên nav “Kurd” lê cewher “Tirkîyeyî” nake, hingî ku bangê Kurdan dikin, ku wan pirtir tevlê wê şoreşa sexte bikin.
Hema yên berê dayînin alîyekî, ev sîh sal in, dar û daristan neman li Kurdistanê, dagirkerên tirk ew şewitandin!
Rehên çîyan hejîyan bi bombebaranên fîloyên F16 yan. Hawildor rûxîya li welêt!
Ser hatin jêkirin, tizbî ji guh û pozên jêkirî hatin çêkirin!
MIT û ît û JITEM, bi hezaran azadîxwazên Kurd revandin avêtên bîrên kilsê, yan jî ji perastûyên wan va bi bêbextî kûştin! Ew çep û demokratên sexte yên Tirk li kuderê bûn?
Bi çi rûyê hun bangê tevlêbûna Kurdan dikin ji bo qerebalixa Taksîmê?
Hinek şerm bikin!
Do li kolanek Berlînê nêzîkê hezar Tirk, di destê her yekî da alayeke Tirk, bi dirûşmeyên nijadperest ji bo desteka Taksîmê dimeşîyan. Eynî mîna meşa destpêkê ya nazîyên Alman! Çavên min bi wan ket, madeya min li hev ket!
Dubare dikim: Bi vê awaya barbar şoreş felan li rojhilata navîn çênabe!
Ma ji wî “bihara ereban” ji xeynê hovîtîyê tiştekî derket ku ji vî “bihara tikan” jî gûyek derê?