Serrûpel Nûçe Serok Barzanî li Élysée hate pêşwazî kirin

Serok Barzanî li Élysée hate pêşwazî kirin

Belav bike

Li civînekî gelek dostaneda, ku birêz Loran Fabîos Wezîrê Derveyê Fransa û hejmarek ji şêwirmendên Serok Komar li aliyê Fransî û Îmad Ehmed Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li aliyên Herêma Kurdistanê ve amadebûn, Serok François Hollande balkişand li ser wan helwest û pêwendiyan ku li navbera her dû gelê Fransa û Kurdistanê da hene û li hevdîtinê de çendîn mijarên taybet bi pêwendiyên di navbera Fransa û Kurdistan û bi taybetî pêwendiyên aborî û kultûriyan û çawayiya berfirehkirin û kûrkirina wan pêwendiyan hate nirxandin. Li civînê de aliyên Fransî tekez li ser wê yekê kirin ku ew pêwendî gelek girîngin û xizmeta berjewendiyên her dû aliyan dikin.

Serok Barzanî di derbarê wan helwest û mijaran ku xistin rû, hevrê û hevnêrîn bû li gel Serok François Hollande û rêzdar dakokiyê li wê yekê kir ku ew pêwendiyên di navbera Kurdistan û Fransa kûrahiyeke xwe ya dîrokî heye û gelê Fransa herdem piştgîr û piştevanê doza gelê Kurdistanê bûye, ji bo wê yekê li civînê de bi pêwîst zanîn wan pêwendiyên di navbera her dû aliyan de zêdetir pêş bikeve û pêşveçûnên zêdetir bi xwe ve bibînin.

Li mijareke dinê civînê de behsa rewşa Iraqê li rûyê asayîş û aramiyê ve bi giştî û rola Iraq li navçeyê bi taybetî kirin. Her wiha tîşk xistin li ser rola Kurd li Sûriye û li vî derbarî de Serok Barzanî bîr û nêrînên xwe yên di derbarê wê kêşe û qeyrana mezina îro li ser qada Sûriyê heye xisterû û tekez li ser rola girîngê Kurd li Sûriye kir û got ku gelê Kurd bi navê demokratiyetê da xebatê dike û kêşe û qeyranên Suriye jî her li rêya demokratiyetê têne çareser kirin.

Her li vê hevdîtinê de komek mijarên dinê pêwîst bi pêvajoya navçeyê bi giştî û pêwendiya aboriyên Kurdistanê li gel dinyaya derve hate nirxandin.

Li vê civînê de Serok Hollande û Serok Barzanî tekez li ser girîngiya berdewamiya pêwendiya dû qoliya di navbera Hewlêr û Parîsê kirin, ji ber ku wekî her dû rêzdaran behsa wê yekê kir, Herêma Kurdistanê û nûnerên Herêmê rola xwe ya mezin li ser asta Iraq û navçeyê heye.

Li dirêjahiya hevdîtinê de Serok Barzanî behsa pêvajoya siyasî ya piştî rûxandina rêjîma Seddam û rola gelê Kurdistanê li Bexda li wê qonaxê û damezrana pêvajoya destûrê li Iraqê kir û cenabê wî ronahî xiste li ser wan kêşeyên niha li navbera Hikûmeta Federaliya Bexda û Hikûmeta Kurdistanê da hene û balkişand li ser wê yekê ku piştî serdana birêz Nûrî Malikî ya Hewlêrê niha cûreyek li diyalog û vekirin li navbera her dû aliyan de heye.

Hêjayî gotinêye li civîna li navbera Barzanî û Hollande li keş û hewayeke vekirî û dostane da bi dawî hat.