Serrûpel Nivîskar Bi dijminatiya Kurdan, heta kûde?

Bi dijminatiya Kurdan, heta kûde?

Belav bike

 

Li Rojavayê Kurdistanê:  bi gelek xeletiyên xwe, bi kêmasiyên xwe yên berçav, dîsa jî tevgera Kurd ber bi destkeftiyên dîrokî ji bo gelê Kurd û Kurdistanê diçe. Rewșa Suriyeyê, rewșa herêmê û bi taybetî tevlîheviya beramberî pirsa Suriye, fersendên zêrîn dide Kurdan ku ji dinyayê re diyar bikin ku: ew alternatifek sekuler, demokrat, modern in ku di herêmê de bibin navendek girîng. Rastiya/dîroka pêkhatine Herêma Federe ya Bașûrê Kurdistanê, nimûneyek/tecrubeyek gelek berçav ji bo Kurdên Rojava û herweha cîhanê ye ku: Kurd dikarin di herêma Rojhilata Navîn de bibin nimûneya nûjenî, demokrasî, ewleyî û aștiya/konsensûsa civatî…

Rastiya Rojavayê Kurdistanê û îmkanên ku dikarin li ber pêșiya tevgera/neteweyê Kurd li Rojavayê Kurdistanê derkevin, Dewleta Tirk û mixabin desthilata AK Partiyê xistin e ber aciziyek mezin de. Șêwirmendên Serokwezîr Erdogan û herweha Wezîrê Derve yê Tirk Ahmed Davutoglu daxuyanî, li pey daxûyaniyan didin ku ew rewșên de-facto li Suriye (qesda wan Rojavayê Kurdistanê ye) qebûl nakin(!) Ew Tirkiye ya ku rewșa de-facto ji bo ”desthilata Al-Nusra (ango El-Qaide) li heremên Rojavayê Kurdistanê” qebûl dike(!) Dibêje: ”Ez rewșa de-facto ji bo Kurdan nas nakim!”

Dîroka Dewleta Tirk bi dijminahiya rastiya Kurd/Kurdistanê ve dagirtiye. Di her rewșê de desthilatên Tirk, ji dema Atatirk heta îro bi dijminahî nêzîkî her destkeftiyek Neteweyê Kurd bûn e! Xetên sor ji bo destkeftiyên Kurdan danî ne(!) Destkeftiya Kurd ji bo xwe wekî zerar, wekî șkestin, wekî fobî li qelem xistin e! Ev dîrok/realite di hișê her Kurdek û herweha her desthilata Tirk de ye jî!…

Lê ev hest û reaksiyona Tirkan biserneketiye û nikare biser bikeve jî! Bi taybetî di rastiya/realiteya îro ya ya cîhanê û pêșkeftina tevgera Kurd/Kurdistanê de…

Rastiya herêma Rojhilata Navîn, rastiya pêșkeftina mirovayetiyê berbangên nû li ber Kurdan vedikin… Tirk divê eqlê xwe bînin hișê xwe ku: bi dijminatiya Kurdan nikarin bigihin tu deran! Ger Tirkiye xwe, wekî navendek demokratîk/modelek demokratîk ji bo herêmê binav bike – alternatifa wan hevkariya yeksanî (ku hemû mafên Kurdan wekî yên wan bin) derbas dibe! Na xwe Tirkiye dê ber bi zerarên berbiçav ve biçe! Pêșeroja demokrasiyê ji bo Tirkiye bi xwe: li gel hevkariyek yeksan li gel Kurdan derbas dibe…

Kengî dê Tirk û desthilata Tirk vê rastiyê fêm bikin… Rojek berî rojekê fêm bikin: ji bo wan jî, ji bo konsensusek civatî di nav Kurdan û wan de jî, dê baștir bibe!….

 

Stockholm, 19 Tîrmeh 2013