Serrûpel Nûçe “Ev pirs ne caîz e“

“Ev pirs ne caîz e“

Belav bike
Ocalan her wiha daxwaz kir ku ew civîneke çapemeniyê saz bike.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinc li ser vê pirsê got, ji aliyê yasayê ve ev yek ne mumkun e, û pirseke wiha bi serê xwe ne caîz e.

Arinc got, ev mijar di encumena wezîran de neyê gotûbêjkirin û mehkûmekî ku cezayê heta hetayê standiye, ji ber vê yekê munaqeşekirina pirseke wiha ne di cihê xwe de ye.

Arinc her wiha got, serokwezîrê, di dema pêwîst de, çi tiştê were xwestin ewê bike.