Omer Osê ji Şamê bi telefonê beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdawê bû û derheqê mudaxeleya serbazî ya li dijî Sûriyê de axivî.
Osê diyar kir ku Amerîka dê tenê bi rêka hewayî êrişî Sûriyê bike çimkî nikare di warê bejayî de hêzên xwe derbasî nav xaka Sûriyê bike.
Wî parlamenterê kurd ê Sûriyê her wiha di bersiva pirsa ku gelo Sûriyê dê rê bide hêzên Pêşmerge bo parastina kurdan derbasî Sûriyê bibin de jî wiha got: “Ji bo Sûriyê tenê du bajar girîng in: Şam û Heleb…”. Rûdaw