Serrûpel Nûçe Bayîk serdana Îmralî dixwaze

Bayîk serdana Îmralî dixwaze

Belav bike

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik tevlî bernameyeke Newroz TV bû û li ser pirsên di rojevê de agehdarî da. Bayik diyar kir ku di çarçoveya hevdîtinên li Îmraliyê ligel Abdullah Ocalan tên kirin, hevdîtin û mûzakere li ser kaxezan nîne û ji ber di mûzakereyan de aliyê sêyemîn jî nîne, şahidîtiyê nayê kirin û wiha got: “Tirkiye piştre gelek tiştan înkar dike. Em nizanin li Îmraliyê li ser Rêber Apo siyasetekî çawa dimeşînin. Divê şert û mercên Ocalan bên sererastkirin û êdî divê em jî bikarin biçin Îmraliyê.”

Cemîl Bayik diyar kir di qonaxa duyemîn a pêvajoya ji bo çareseriya pirsa kurd de, lê hikûmetê heta niha ti pêngavek navêtiye û wiha got: “Dixwazin pêvajoyê bikin qurbanê hilbijartinê. Divê siyasetmedarên kurd ên di girtîgehan de bên berdan, dirûstkirina qereqolan bê rawestandin, divê rêyên leşkerî û bendav nehatiban dirûst kirin. Pêwîst bû, rêyên siyaseta demokratîk hatiban vekirin. Tiştek ji vane nekirin. Berevajî kirin. Heta pêşî girtin ku şandekî pijîşkên serbixwe biçe Îmraliyê. Em nizanin çi tênin serê Rêber Apo û siyasetekî çawa li dijî wî dimeşînin. Berê hewl dan ku jehrî bikin, ger tiştekî veşartî û nehênî nîne, bila bihêlin şand biçi giravê û werin. Tenê destûrê didin şanda BDPê biçe Îmraliyê. Şand ji 3 kesan kirin 2, pêwîst bû di nava her 15 rojan de şand çûban, ev jî bû mehane.”

Hevserokê KCKê derbarê hevdîtinên li Îmraliyê de wiha got: “Divê aliyê sêyemîn di van hevdîtin û mûzakereyan de cih bigre. Ev aliyê sêyemîn bernadin, hevdîtinên dikin li ser kaxezan îmze nakin. Ji ber ev nayê kirin, Tirkiye her tiştê înkar dike. Aliyê sêyemîn ku şahidîtiyê bike tune ye, belgeyên ku bên îmzekirin û nivîsandin nîne. Hevalek ku ligel Rêber Apo baxive û nîqaşan bike, tune ye. Nahêlin rewşenbîr û şand ji derve biçin. Dewlet tenê ligel Rêber Apo daxive. Pirsgirêk wisa çareser nabin. Dixwazin bi awayekî tektîkî nêzî Rêber Apo bibin û demê qezenc bikin. Pêwîstî bi nêzîkatiyên stratejîk heye. Divê derfetên vê yekê bên afirandin. Pêwîste êdî Rêber Apo jî bikare ligel me hevdîtinê bike û em jî bikarin biçin. Divê rewşenbîr, nivîskar û nûnerê rêxistinên sivîl jî bikarin biçin giravê.”

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik destnîşan ki Ocalan daxwaza dirûstkirina 8 komîsyonan kiribû û ev rojên dawiyê yên ji bo avêtina pêngavan in û wiha got: “Tişta ji me dihat xwestin, me zêdetir kir. Pêvajo bi vî awayî nameşe. Dewletê pêvajo anî rewşa xetimînê. Me ew hişyar kirin û got, nabe pêvajo bê xirabkirin. Divê heta meha cotmehê, qonaxa duyemîn biqede. Ger komîsyonan ava nekin û bi awayekî stratejîk nêzî Rêber Apo nebin,ev pêvajo wisa nameşe. Berpirs jî ew in.” Rûdaw