Serrûpel Nûçe Kurdistan wê elektrîkê bide derve jî

Kurdistan wê elektrîkê bide derve jî

Belav bike

Wezîrê enerjiya Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî, beşarî bernameya Hevpeyvîn a Rûdawê bû û bersiva pirsên Rûdawê da.

Hewramî di bernameyê de ku dê sibê (12.09.2013) were belavkirin, diyar kir ku çareseriya kêşeyên elektrîk û sotemenî du karên serekî yên wezaretê bûye û da zanîn, heta niha kêşeya elektrîkê bi tevahî hatiye çareserkirin û ya sotemeniyê jî bi awayekî sîstematîk tê çareserkirin û bi çêkirina benzîna navxweyî ya Kurdistanê ew kêşe jî bi tevahî were çareserkirin û wiha got: “Heta em dikarin di demên pêş de benzînê bişînin derve jî.”

Aştî Hewramî behsa girêbest û rêkeftinên Herêma Kurdistanê bo pêşxistina pîşeya petrolê kir û ragihand, rêkeftinên wisa ji aliyê 90%ê welatên ku petrola wan hey eve tê îmzekirin û şêwazekî giştî ye bo geşedana sektora petrolê.

Wezîrê enerjiyê eşkere kir ku şîrketên petrolê di dema derxistina petrolê de tenê 7%-9% ji sûda petrolê dibe pişka wan û pişka din jî bo hikûmeta Herêma Kurdistanê dimîne û di projeyên xizmetguzarî de tê xerckirin.

Aştî Hewramî her wiha behsa zelalbûnê di mijara petrolê de kir û ragihand, hersal çalakî û karên wezareta petrolê tên belavkirin û tê dîtin ka dahat, devşîrîniyên girêbestan çawa tê xerckirin.

Li gorî Hewramî, heta dawiya sala 2015an Herêma Kurdistanê dikare rojane yek milyon bermîl petrol hinarde bike û sala 2017an jî ev rêje dê bibe 2 milyon bermîl.

Wezîrê enerjiyê li ser dahat û pereyê ku ji firotina petrolê dikeve destê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî axivî û da zanîn, dahata petrolê ya Herêma Kurdistanê ji gelek welatan zêdetir e û divê bo bihêzkirina jêrxana aborî ya Kurdistanê bê xerckirin da ku Kurdistan bibe welatekî pêşketî û tenê girêdayî petrolê nemîne.

Hewramî li ser dabeşkirina beşek ji pereyê firotina petrolê bi ser welatiyan de jî agahî da û opozîsyon bi wê tohmetbar kir ku nehîştine sindoqa dahatên petrolê were avakirin. (Rûdaw)