Serrûpel Nûçe Gaza Kurdistanê di Tirkiyê re diçe Ewropa

Gaza Kurdistanê di Tirkiyê re diçe Ewropa

Belav bike

Protokol ji aliyê Şîrketa Petrolê ya Norwêcî DNO û şîrketa Tirkî Genel Energy, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û wezîrê petrolê Aştî Hewramî ve hate îmzekirin.

Di merasîmê de Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir û têde got, berê bi petrola welatê me  gelê me dihate kuştin, niha me ew petrol xist xizmeta gelê xwe.

Barzanî got, berê xewneke me hebû, em çawa wê petrolê bigihînin derve, çi Tirkiyê, çi jî welatên Ewropa.

Serokwezîr got: Em li ser weltên cîran ne xeter in, em li derveyî destûra Îraqê tiştekî nakin, em dixwazin di nava destûrê de kar bikin.

Barzanî got, kişandina petrolê di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de ne tiştekî nehênî ye, ew tişt ne di xezmeta Kurdistanê de ye, her wiha ew di xizmeta Iraqê de ye jî. Wê hikûmeta Kurdistanê di vî warê de xebata xwe bidomîne û  tenazul nake.

Barzanî got: Pêwîstiya me bi 30 mîlyar dolar heye ji bo ku em bikaribin projeyên Kurdistanê, weke rê, pirr û avê bibin serî. AVESTA KURD