Serrûpel Nûçe “Qendîl di bin kontrola me de ye”

“Qendîl di bin kontrola me de ye”

Belav bike

Derbarê wan cihên ku cade ji wan re hatiye çêkirin û niha ji aliyê Artêşa Pasdaran ve tên parastin, Mihemed Pakpur ji malpera Tesnîm a Îranê re got: ‘’Beşek ji terorîstan di nav Herêma Kurdistanê de bûn, lê me karî li bilindtirîn û çiyayên herî dijwar ku 3000 metre bilindin 500 km cadeyê çêbikin, wek Hacî Îbrahîm, Şêxan, Zeynal, Kitral, Paneser, Qendîl û Serûçawe. Niha li wan hemû cihan meqerên me hene û navçe di jêr kontrola me de ye.’‘

Derbarê heman mijarê de Fermandeyê Hêza Zêrevanî ya Kurdistanê Ezîz Weysî ji BasNewsê re got: ‘’Tu hêzeke me li Qendîl nîne û divê ji Wezareta Navxwe ya Kurdistanê ev pirsyar bê kirin ka gelo axaftinên wî fermandeyê Artêşa Pasdaran rast in an na?.’‘

BasNewsê xwest di vê derbarê de nerîna Wezareta Navxwe werbigire, lê belê nikarî xwe bighîne tu berpirsekî wezaretê. Bêstûn Kakeyî-Basnew