Serrûpel Nûçe Barzanî: Ya girîng ewe dewleta Kurdî bê damezrandin

Barzanî: Ya girîng ewe dewleta Kurdî bê damezrandin

Belav bike


Di hevpeyvînekê de ligel AFP’ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir ku mafekî rewa yê gelê Kurd e ku bi xwediyê dewleta xwe ya serbixwe û got: ‘’Lê belê ew dewlet bi rêya şîdetê çênabe, lê divê bi awayekî xwezayî be, pêdiviya vêna jî bi demê heye.’‘

Barzanî wiha axifî: ‘’Li hîç parçeyekî Kurdistanê pirsa Kurd bi şîdetê nayê çareserkirin, divê Kurd jî wek xelkên din bijîn û mafên wan parastî bin, lê ev serdema han, serdema ji hev famkirinê ye û em jî piştgiriyê li danûstandina navbera Kurd û her dewletekê dikin ku Kurdistan bi ser wan de hatiye dabeşkirin.’‘

Li ser pirsa ka gelo dixwaze bibe serokkomarê İraqê, Barzanî got: ‘’Ez naxwazim bibim serokê İraqê.’‘ Li ser wêya ka dixwaze bibe serokê dewleta serbixwe ya Kurdistanê jî Barzanî wiha axifî: ’‘Ya girîng ew e ku dewleta Kurdî were damezrandin. Wê demê kî dibe serokê wê dewletê bila bibe.’‘ BasNews