AVESTA / KURD Bi mebesta pîvana wan deverên Kurdistanê yên ku mîn lê hatine danîn, Dezgeha Giştî ya Kerûbarê Mînan a Herêma Kurdistanê, çend balafirên bê pîlot dikire.
AVESTA KURD - Li bajarê Kobanî asayîşa PYD, ji ber ku partiya PYD rexne kiribû û kiryarên wê di cih de nedidît, çalakvanê Kurd yê ciwan û di heman demê de endamê Partiya Demokrata Kurd El Partî, Serdar Nasan girt.
AVESTA KURD / Rêberê olî yê Teyara Sedrî, Muqteda EL Sedir, got, serokê herêma Kurdistanê ji wî re gotiye, eger ku serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, pir zorê li ser herêma Kurdistanê bike ewê jî dewleta Kurdî ragihîne.
Netewên Yekbûyî derbarê penaberên Sûriyê de raporek amade kir û got nêzîka 2 mîlyon û 2 hezar Sûriyeyî di rewşa penaberiyê de ne. Di raporê de tê bibîrxistin ku beşeke zêde ya penaberan zarok in û wiha tê gotin: “Rewşa zarokên Sûriyê pir nebaş e, hatine tecrit kirin û ji perwerdê bêpar in.”