Serrûpel Nûçe Kurdistan balafirên bêpîlot dikire

Kurdistan balafirên bêpîlot dikire

Belav bike


Di vê derbarê de Rêveberê Hişyarkirinê yê Dezgeha Giştî ya Karûbarê Mînan a Herêma Kurdistanê Ako Ezîz, da zanîn ku di meha gulana îsal de, çend firokeyên bê firokevan corê (Swiss Cam) li deverên ku mîn lê hatine çandin ceribandine, lê belê bi kêrî hewaya wan navçeyan nehatine, loma red kirine.

Ako Ezîz ji radyoya Navxwe re wiha axifî: ‘’Me daxwaz ji Swîsre kiriye daku corekî din ê firokeyên bê firokevan ji me re dabîn bike, daku ew wan deverên bombe li wan hatine çandin bipîvin, tê çaverêkirin ku di 2014’ê de em çend firokeyên bê firokevan ji Swîsreyê bikirin, ku ji corê Swiss Cam baştir bin.’‘

Ako Ezîz da zanîn ku li gor wan pîvanên sala 2004 heta sala 2006’ê hatine kirin, zêdeyî 2500 navçeyên mînrêjkirî li Herêma Kurdistanê hene û piraniya wan jî dikevin sînorê parêzgeha Silêmaniyê.

Hêjayê gotinê ye her sal li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê gelek kes dibin qurbana wan mîn û mayinan ku di serdama rejîma Baasê ya Sedam Husên de hatine çandin û bi dehan kes jî birîndar dibin. Basnews