AVESTA KURD / Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi serpereştiya serokê xwe yê giştî Kemal Burkay û komek ji rêvebiran dest bi "Meşa Azadî û Aştiyê" kir. Rêvebirên HAK-PARê îro (27.10.2013) ji Anqereyê berbi Kurdistanê ketin ser rê.
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku li dijî dîwarê şermê yê sînorê Nisêbîn-Qamişlo dest bi rojiya mirinê kir got hikûmemet li vir peyama ‘Em li vir dîwarê şermê înşa dikin, hunê jî binêrin’ didin û got ew dê li dijî polîtîkaya bêîtibariyê rawestin.