Penaberên sûriyê yên ku ji ber şer û pevçûnan ji welatê xwe reviyan û xwe sipartin Herêma Kurdistanê jiyana xwe di kampan de didomîn. Di wan kampan de keç û xortên ku dil dikin hev bi zor û zehmetî be jî dizewicin û ji xwe re dibin xwedî malbat. Ji ber ku di konbajaran zewac zêde bû, ji bo keçan dikanên xêliyan hatin vekirin.
Di konbajaran de ji ber ku dewet zêde bûn, sûriyeyiyên ku li herêmê ne jî di kampan de ji bo hemwelatiyên xwe dikanên xêliyan vekirin. Xêliyek bi 50 dolarî tê kirêkirin û piştî dewetê jî teslimî xwediyê dikanê tê kirin.
Niha li qampa Kevirgosikê dikanek, li qampa Deraşekranê jî 2 dikanên xêliyan hatine vekirin. Ji bilî xêliyê hemû lazmatiyên bûkan di van dikanan de hene û heba xêliyê jî bi 50 dolarî tê kirêkirin û ji bo kirînê jî ev biha li gor model û kalîteyê diguhere. (AA)