Îro dûşem 24.02.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya George Sabra Serokê Encûmena Niştîmaniya Suriye û şanda li gel kir.
Di destpêka hevdîtinê de şanda mîhvan xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê ragihand û spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kirin û ji bo wê helwesta ku her li destpêka rûdawên Suriye li beranber şoreşa gelê Suriye nîşan dane û her wiha pêzanînên xwe jî ji bo rola xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li yarmetîdan û hewandina penaberên Suriye li nav axa Herêma Kurdistanê ragihand. Li vê kombûnê da şanda mîhvan pêvajoya meydanî û siyasiya Suriye ji bo Serok Barzanî xisterû û her wiha balkişandin li ser pêvajoya nebaş a însanî û wan êş û janan kir ku ji aliyê hêzên rejîmê ve li ser hemwelatiyên Suriye tê sepandin.
Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina germ a şanda mîhvan balkişand li ser wê yekê ku helwesta Herêma Kurdistanê li ser rûdawên Suriye her ji destpêkê ve rûn û eşkere bûye û hêviya wê yekê xwest ku dawî bi êş û janên gelê Suriye bê û yarmetîdana penaberên Suriye jî bi erkekî mezin zanî. Serok Barzanî li beşekî axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku xelkê Herêma Kurdistanê bi destê zulm û wêrankariyekî zêde nalandine û gelek bi başî ji êş û jan û pêvajoya gelê Suriye têdigihin. Di derbarê rola Kurd li Suriye Serok Barzanî ragihand ku gelê Kurd ji kêmtirîn mafên xwe yên li Suriye bêbeş bûye û pêwîste li paşaroja Suriye da mafên gelê Kurd bêne mîsoger kirin.
Pêvajoya Rojavayê Kurdistanê û encama danustandinên Cenev 2 mijareke dinê vê kombûnê bûn.

– See more at: http://www.rojevakurd.com/politik/15250-Serok-Kurdistan-gel-Encmena-Nitmaniya-Suriye-civiya.html#sthash.SvYjyQCB.dpuf