Casimê Celîl wekî gelek malbatên Êzîdiyên Kurd di şerê cihanê yê yekemîn de ji zilma Osmaniyan ji Kurdistanê direve û dere Ermanistanê li wir bi cih dibe.
Casimê Celîl
Casimê Celîlê Osê, di 24ê Cotmehê sala 1908ê li gundê Qizilqûleya li ser qeza Dîgora wilayeta Qersê ji dayik bûye. Bavê wî Celîl û dayika wî Cewahîr e. Casimê Celîl Di 5-6 saliya wî de diya wi dimre û sêwî dimîne, piştî mirina diya wî çend meh şunda ji ber zilma Osmaniyan meta wî, wî ji çemê reş derbas dike direvine Yeriwanê, li Ermenîstanê di sêwîxanê de dimîne û Perwerdehiya xwe bi ermenkî dibîne, pîştî wî diçe mekteba leşkeriyê dixwîne.
Di sala 1931-1932an de, dibe dîrektorê teknîkûma pêdagojiyê ya Kurda ya Pişt Kafkasyayê ya nû vebûyî. Li zanîngehê Xanima Cindî nas dike û pê re di sala 1932an de dizewice. Pey re Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Cemîla Celîl û Zînê tevahî çar zarokên wî çêdibin.
Salên Şerê Cîhanê du da Casimê Celîl diçe Rusyayê, li înstîtûta Eskerê Sor dibe mamostayê zimanê kurdî.
Ji ber ku salên xwandina leşkeriyê (sala 1930an ji destê çeteyan birîndar bibû) wî naşînin eniya şer, vedigerînîn Ermenistanê. Li vir di dema şer de jî xwendina xwe li zanîngehê, li fakûlteya hiqûqê temam dike û dibe ewuqat.
Piştî wê ku Casimê Celîl xwandina weşangiriyê serhev da tîne. Demekê dibe serkarê weşanxana Universîtêta Yêrêvanê.
Dema ku saziya weşangeriya kurdî vedibe Casimê Celîl heta sala 1938an dibe redaktor û bingehdarê wê ocaxê û bi sedan pirtûkên edebî, siyasî, zanistî yên dibistanan û yên mayîn amade dike. Piştî girtina vê ocaxa çandî-perwerdeyî di 1938-1941an de li instîtûya perwerdeyî ya bilind xwandina xwe li ser dîrok û edebiyatê distîne.
Pey şer dema weşandina rojnama “Riya Teze” û weşandina pirtûkên kurdî hatibûn sekinandin, Casimê Celîl tevî du hevalên xwe, Emînê Evdal û Heciyê Cindî, wek rewşenbirên ji nifşê pêşîn ên bingehdarên çand û rewşabiriya kurdên Ermenistanê, karê xwe berdewam kirine. Û çend wergerên berhemên xwe, bi ermenkî wek pirtûk diweşînin.
Ew kar dibe sedema zindî ya edebyeta kurdî. Di vê bergehê da çar pirtûkên ji helbestên wî bi zimanê ermenkî deng da û ew di nava civaka ermen de hati nasîn.
Di sala 1946an de dîsa dest bi amadekirina pirtûkên Kurdî dike; helbestên Kurdî berhev dike û bi belavokan diweşîne, helbestên xwe jî di rojnameyên Ermenistanê de diweşîne. Casimê Celîl, dema ku di 1955an de li Ermenistanê ku radyoya Yêrîvanê weşana Kurdî vedibe, û heta 1958an dibe serok-bingehdarê wê beşê. Heta sala 1963yan wek berpirsiyarê muzîk û edebiyata Kurdî dixebite.
Casimê Celîl ji aliyê çanda Kurdî de çeleng û xîretkêş bû. Ji bo arşîvkirina çanda Kurdî ji zarokên xwe re teyb dikire. Her tim ji zarokên xwe re “Hûn çi dikin bikin Kurdbûna xwe ji bîr nekin” digot û ji zarokên xwe dixwest kilamên Kurdî yên gelêrî bi notayê werin xwendin û têkeve arşîvên Kurdan.
Casimê Celîl 24ê Mijdara sala 1998an li Yêrîvanê di 90 saliya xwe de wefat kir. Cenazê wî gundê Baxramiyanê yê nêzîkî Yêrîvanê binax kirin.
Berhemên wî:
1. Kilamên Çiya, Yêrîvan 1970.
2. Oda Kurda, Yêrîvan 1975.
3-Kurdê Bengî, Yêrîvan 1980.
4-Kofiya Diya min, Yêrîvan 1984.
5-Bijare, Yêrîvan 1987.
6-Elegez, Yêrîvan 1954.
7-Beyît-Serpêhatiyên Kurdî yên Evindariyê, Yêrîvan 1955.
8-Kaniya Welêt, Yêrîvan 1957.
9-Ocaxa Min, Yêrîvan 1966.
10-Yekgirtî, Moskova 1964.
11-Strana ku Bûye Pirtûk, Moskova 1967.
12-Poyêziya Sovyêtiyê, Moskova 1977.
13-Zozan, Roja Nû. , Stokholm 1982.
14-Şayîrên Kurd yê Sovyêtiyê, Yêrîvan 1953.
15-Xwendina Litêratûrayê, bona sagirtên Kurd yên sinifên 5-6, Yêrîvan.
16-Rojên Min, Yêrîvan.
Prof. Dr. Ordîxanê Celîl
Ordîxanê Celîl (Vêjevan), di 1932an de li Ermenistanê hatiye dinê. Birayê mezin e. Mekteba seratayî, navîn û lîseyê li Yêrîvanê diqedîne. Di sala 1951ê de Zanîngeha Yêrîvanê beşa wêjeyê xwendiye. Di 1956an de mezûn bûye û di Kurdzaniya Yêrîvanê de bûye asîstan. Sala 1956an ji aliyê Enstituya Dîrokê ya Akademiya Ermenistanê ya Zanistiyê ve ji bo aspîrantûrayê xwendina di warê Kurdzaniyê de bîne, Lec-Konkursa bi taybet pêk tê. Ordîxanê Celîl tev vê Lecê dibe û bi ser dikeve, ew dibe Aspîrantê Kurdî yê yekemîn. Di dereca “Zargotin û Wêjeya Kurdî” de. Paşê çû zanîngeha Petersbûrgê (Lenîngrat) di enstituya Rojhilatê li kûrsiyê Kurdan de xebitiye û teza xwe li ser “Kela Dimdimê” kiriye û bûye serokê beşa zimanê Kurdî.
Carna bi serê xwe, carna ji bi birayê xwe Celîlê Celîl re û xwîşka xwe bi Cemîlayê re li Ermenistanê li herêman gundê Kurdan geriyaye. Çanda devkî çîrok, gotinên pêşiya, kilam, dîrok û tiştên wekî din berhev kiriye. Di radyoya Yêrîvanê de hinekî pêşkêşvaniya xeberan jî kiriye.
Carna jî bi tena serê xwe çûye Kazakistan û Tirkmenistanê li herêma Kurdan lêkolîna zîman û folklorê kiriye. Di sala 1958an de ji bo ku li ser zimanê Kurdî lêkolînê bike çûye Asya Navîn û li wir serlêdana Kurdên başûrê Kurdistanê kiriye.
Ordîxanê Celîl di 20. 10. 2007an de wefat kiriye û li paş xwe bi qasî 60 pirtûkan hiştiye.
Pirtûkên Ordîxanê Celîl:
1. Şiêr û Poêm, Yêrîvan 1959, (bi zimanê Kurdî-Kurmancî-kirîlî).
2. Têlî Hemze, (Şiêr û Poêm), Yêrîvan 1963, (bi zimanê Kurdî-Kurmancî-kirîlî).
3. Dilokêd Cimeta Kurda, Yêrîvan 1964, (bi zimanê Kurdî-Kurmancî-kirîlî).
4. Poêziya Cegerxwîne Bajarvaniyê (Lêkolîn), Yêrîvan 1966. (bi zimanê Kurdî-Kurmancî-kirîlî).
5. Êposa Cimeta Kurda yên Mêrxasiyê “Xanê Çengzêrîn, Dimdim” (Lêkolîn û Têkst), Moskova 1967, (bi zimanê Rûsî û Kurdî-Kurmancî-latînî).
6. Mesele û Metelokê Cimeta Kurda, Kitêba I-II, Yêrîvan 1969-1971-1991-(Kurmancî), Moskova 1972 (Kurmancî-Rûsî)
7. Zimanê Kurdî, Pirtûka Dersxana IV, Yêrîvan 1969-1975-1980-1985 (Kurmancî)
8. Stranê Zargotina Kurda yê Tarîqiyê, Yêrîvan 1975 (Kurmancî)-Bexda 1977 (Soranî)
9. Gulçin, (Nimûneyên Bijare Yên zargotina Kurda), Tevî Celîlê Celîl, Yêrîvan, 1972, (bi zimanê Kurdî-Kurmancî-kirîlî).
10. Çîrokên Gelê Kurd, Yêrîvan, Tevî Celîlê Celîl, 1974, (bi zimanê Kurdî-Kurmancî-kirîlî).
11. Siyarê Xeybê, Çîrokên Kurdî. Tevî Celîlê Celîl. Vîlnyûs, 1976, (bi zimanê Lîtvanî).
12. Zargotina Kurda, Pirtûkên I, II. Tevî Celîlê Celîl, Moskova 1978, Yêrîvan 1979-1982, Bexda 1991(Soranî), Hewlêr 2008 (Soranî), Stenbol 2013 (Kurmancî), Wien 2005 (Kurmancî)
13. Qisaet Hiza al-Folklor al-Kurdî, Beyrût 1982, (bi zimanê Erebî).
14. Gulançikzêrîn, (Nimûneyên Bijare yên Zargotina Kurda), Tevî Celîlê Celîl. Yêrîvan 1983, (bi zimanê Kurdî-Kurmancî-kirîlî).
15. Çîrok, Lêgênd û Evsûnên Kurdî, Tevî Celîlê Celîl û Zîna Celîl, Moskova1989, (bi Rûsî). Heleb 1996 ( bi Erebî)
16. Çîrokên Kurdî, Tevî Celîlê Celîl, Frankfûrt 1993, (bi zimanê Almanî).
17. Destanên Kurdî, Tevî Celîlê Celîl. Stenbol 1994, (bi zimanê Kurdî-Kurmancî-latînî).
18. Kürt Kahramanlık Destanı Dımdım, Weşanên Avesta, Stenbol 2001 (Tirkî)
19. Cegerxwîn’in Yaşamı ve Şiir Anlayışı, Stenbol 2004 (Tirkî)
Cemîla Casimê Celîl
Cemîla Casimê Celîl, di sala 1940an de ji dayik dibe. Di 6-7 saliya xwe de diçe mekteba Muzîka Aleksandir Spêndyan. Paşê jî dere perwerdeya mûzikê Romanos Malikiyan. Cemîla bi birayê xwe Celîl re diçû gundên Kurdan; kilamên Kurdî, bûyerên Kurdan, gotinên pêşiya berhev dikir û qeyd dikirin. Cemîla qasê 50 salan kilamên Kurdî bi ahengiya zilgitî bi notayê nivîsand û bi navê “Kilamên Kurdî” çap kir. Cemîla ne tenê gundên Kurdên Ermenistanê çûye rojavayê Kurdistanê li gundan geriyaye nêzî 1000 kilamên awazên hêja civandiye û di pirtûkeke taybet de çapkiriye.
Cemîla Casimê Celîl, di navbera 1960-1967an de li dibistana Maksîm Gorkî mamostetiya dersa muzîkê jî kiriye. Li digel vê mamostetiyê xwendina xwe ya li ser muzîkê berdewam kiriye. Dîsa konsertuwara Yêrîvanê ya bi navê Komîtas û li zanîngeha Teoriya mûzîkê heya sala 1969an dixwîne. Cemîla Casimê Celîl, di serî de komarên Yekîtiya Sovyetê, li welatê Ingilistanê, başûrê Kurdistanê, Austurya, Fînlandiya û li gelek welatan beşdarî konferans û sempozyûmên mezin bûye û bi axaftin, zanyarî, awaz, folklor muzîka Kurdî bilind nirxandiye. Cemîla Casimê Celîl dibe berpirsyara beşa muzîkê û ji sala 1967-2002an nêzî sî û pênc salan di radyoya Kurdî de karê xwe yê muzîkê ber dewam kiriye.
Pirtûkên Cemîla Celîl yên çapbûyî ev in:
1. Kilamêd Cimeta Kurda, Yêrîvan 1964-75 (stran), Moskova 1965-100 (Stran), 1973-103 (Stran), Stockholm 1982.
2. Goraniye Milliyekanî Kurdî, Hewlêr 1998, 100 stran, (bi Soranî).
3. Stran û Dîlanên Kurdî, Benda I-II-III. IV. V Yêrîvan 2001-157 Stran û Awaz, 2002-241 Stran û Awaz, 2006-179 Stran û Awaz, Tevî Naza Celîl, bi tîpên Latînî.
4. Goranî Millî Kurdî, Silêmanî 2004, 100 Stran, bi tîpên Latînî û Soranî.
5. Stranên Kurdî Yên Gelêrî, Para I-II, Bona Koma Sazbenda, Yêrîvan 2001, 40 Stran.
Prof. Celîlê Celîl
Celîlê Casimê Celîl (Dîrokzan), di 1936an li Yêrîvanê hatiye dinê û heta 1992an li Yêrîvanê maye û çûye Austuryayê û niha li bajarê Wiyanê dijî. Di salên 1954-1959an di Zanîngeha Yêrîvanê de beşa dîrokê dixwîne. Di dema xwendinê de xwe dabû ser Kurdnasiyê. Her sal konferansa zanyariyê de di derheqê dîroka Kurdan de gotarek pêşkêş dikir. 1959an de çû Lenîngratê beşa Kurdzaniyê de doktoraya xwe kiriye û li ser “Tevgerên Azadîxwazên Kurd yên ji Sala 1850-1880” lêkolîn kir û teza xwe li ser “Tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî” amade kir. Di sala 1964an de vegeriya Yêrîvanê di beşa Kurdzaniyê de dest bi xebata xwe kir. Pirtûka wî ya “Serhildana Kurdan ya Sala 1880an” di sala 1966an li Moskovayê çap bû, li Yêrîvanê dijminatiya wî kirin û jê aciz bûn.
Teza profesoriyê 1991ê de li Moskovayê li ser mijara “Dînamîka Qedemgirtina Tevgeriya Azadiya Kurdistanê ji Sedsala Nozdehemîn heta Şerê Cîhanê yê Yekemîn” nivîsand. Di sala 1992an de ji bo konferanseke navnetewî ya li ser Kurdan çû Namseyê (Austuryayê). Li ser daxwaza hevalên wî yên Ewropayê li Austuryayê ma. Li Akademiya Zanistiyê ya Wiyanayê heşt salan di warê Kurdzaniyê de li ser çend babetan xebat kir. Ji ber ku serokê kursiyê Tirkolojiyê û Erebîstîkiyê li dijî avakirina kûrsiyê Kurdî derketin Zanîngeha Wiyanayê jî kûrsiyê Kurdnasiyê neda wî, lê 15 salan li zanîngeha Înstîtuta Îndo-Gêrmanîstîkê dersên Kurdzaniyê daye. Li wê derê 15 salan dersên kurdzaniyê da. Carna jî li Enstituya Pedegojiyê dersa zimanê Kurdî daye mamosteyên Kurd.
Li 1994, li Wîanayê, li Înstîtua Kurdzaniyê û li sala 2007 Pirtûxana kurdî Casimê Celîl ava kirye.
Pîrtûkên Prof. Celîlê Celîl
1-Serhildana Kurdan li sala 1880, Moskova 1966, (bi zimanê Rûsî). Her wiha di sala 1979an de bi zimanê Erebî û sala 1987an (bi Kurdiya Soranî li Bexda), di sala 1992an de li Stokholm û di sala 1998an de bi Tirkî.
2. Çîr û Çîvanokên Kurdî, Yêrîvan 1971 (bi zimanê Ermenî).
3. Mesele û Metelokên Kurda, Tevî Ordîxanê Celîl, Moskova 1972. Bi zimanê Kurdî û Rûsî. Û li Zurixê 1976 (bi zimanê Kurdî/Kurmancî).
4. Gulçin, Tevî Ordîxanê Celîl, Yêrîvan 1972 (bi zimanê Kurdî). Dihok 1985 (bi tîpên Erebî).
5. Kurdên Împêratorya Osmaniyê li Nîveka Pêşîn ya sedsaliya XIX, Moskova 1973. (bi zimanê Rûsî). Kurdekanî Împêryatoryatî Osmanî, Bexda 1987 (bi Kurdiya Soranî). Min tarix el-emarat fi el-embiryetoryet al-Osmaniyet, Dimeşq 1987 (bi zimanê Erebî). XIX. Yüzyıl Osmanlı İmparatorluğu’nda Kürtler, Ankara 1992. (bi zimanê Tirkî). Kurdekanî Împêryatoryatî Osmanî, Swêdên 1996 (bi Kurdiya Soranî). Kurdehayî Empêryatorî Osmanî, Têhran 1381, (bi zimanê Farisî).
6. Çîrokê Cimeta Kurda, Tevî Ordîxanê Celîl, Yêrîvan 1974, (bi zimanê Kurdî (Kurmancî).
7. Siyarê Bahozê, Amadekar û Werger Zîna Celîl û Algîrdas Alyonîs, Vîlnîûs 1977 (bi zimanê Lîtvanî).
8. Zargotina Kurda, Pirtûkên I, II. Tevî Celîlê Celîl, Moskova 1978, Yêrîvan 1979-1982, Bexda 1991 (Soranî), Hewlêr 2008 (Soranî), Stenbol 2013 (Kurmancî), Wien 2005 (Kurmancî).
9. Kirdakan Gîrki Hayastanûm, 1930-1980 (Pirtûkên Kurdî li li salên 1930-1980), Yêrîvan 1981, (bi zimanê Kurdî, Ermenî).
10. Qisaed Min el-Folklor el-Kurdî, Tevî Ordîxanê Celîl, Beyrût 1982, (bi zimanê Erebî).
11. Nehzet el-Ekrad el-Siqafiyet we el-Qewmiyet (Nihayet el-Qurn el-Eşir Bidayet el-Qurn el-Eşrîn, Dimeşq 1984, (bi zimanê Erebî). Jiyana rewşenbîrî û siyasî ya Kurdan (Di Dawiya Sedsala 19an û 20an da), Swedên Ûppsala 1985 (bi Kurmancî). Nehzet el-Ekrad el-Seqafiyet (Fî el-Qurn el-Tase Eşir Bidayet el-Qurn el-Eşrîn), Beyrût 1986, (bi zimanê Erebî). Hendê Sîmayî Jiyanî û Siyasî û Kûltûrî Kurd (le Kotayê Sedeyî Nozdeyem û Seretayî Sedeyî Bîstemda) Stokholm 1993 (bi Kurdiya Soranî). Îz îstorîî 351; çestvênno-polîtîçêskoy jîznî kurdov v kontsê XIX- naçalê XX vv. Sankt-Pêtêrbûrg 1997, (bi zimanê Rûsî). Bujaneweyî Roşenbîrî û Neteweyî Kurd, (Kotayiyê Sedeyî Nozdeyem-Seretayî sedeyî Bîstem) Silêmanî 2000 (bi Kurdiya Soranî). Kurd Aydınlanması, Stenbol 2001 (bi zimanê Tirkî).
12. Gulan Çekzêrîn, Zargotina Kurda, Tevî Ordîxanê Celîl, Yêrîvan 1984.
13. Zargotina Kurdê Sûryayê, Poêziya, Yêrîvan 1985, Bi tîpên latînî, Swêdên, Uppsala 1989.
14. Têkoşîna Kurda li Dema Nû û Nûjenda, Tevî hevkara, Moskova 1987, (bi zimanê Rûsî). Yeni ve Yakin Çağda Kürt Hareketi, Swêdên 1991, (bi zimanê Tirkî). El-Hereket el-Kurdiye fî es-Esr el-Hedîs, Beyrût 1992. (bi zimanê Erebî). Yeni ve Yakin Çağda Kürt Siyaset Tarihi, Stenbol 1998, (bi zimanê Tirkî).
15. Kurdên Ermenistana Sovêtiyê Bîblîografiya 1920-1980, Yêrîvan 1987, (bi zimanê Kurdî/Kurmancî, Ermenîkî û Rûsî).
16. Çîrok Lêgênd û Efsûnên Kurdî, Tevî Ordîxanê Celîl û Zîna Celîl, Vîlnyûs 1987, Moskova 1989, (bi zimanê Rûsî). Min asatîr û Hikayat Şerqiye, Heleb 1996, (bi zimanê Erebî).
17. Mesele û Metelokê Gelê Kurda, Tevî Ordîxanê Celîl, Yêrîvan 1991, Wîen 2005, (bi tîpên latînî).
18. Çîrokên Kurdî, Tevî Ordîxanê Celîl, Frankfûrt 1993, (bi zimanê Almanî).
19. Destanên Kurdî, Tevî Ordîxanê Celîl, Stenbol 1994.
20. Dîwaro te ra me-bûkê, tu guhdar be, Hewlêr 1999. Di sala 2000an de (bi zimanê Tirkî û Kurdî/Kurmancî) li Stenbolê.
21. Avtobîografiya Ebdulrizaq Bedirxan, Berlîn 1999. Dihok 1999. Biqet Zu’e Min Mezkerat Ebdulrizaq Bedirxan, Bêrlîn 2000 (bi zimanê Erebî). Abdulrizaq Bedirxan Otobiyografya, Îstanbûl 2000 (bi zimanê Tirkî û Kurdî). Bîreweriyê Bedirxan, Hewlêr 2000, (bi Kurdiya Soranî).
22. Siyapûş, Seyfulmuluk, (Destan), Wîen 2000, (bi tîpên Latînî-Erebî).
23. Sêzde Rûpelên Balkêş ji Dîroka Gelê Kurd, Wîen 2002.
24. Feqiyê Teyran Şêxê Sen’aniya, (Nezîriye), Wîen 2003.
25. Keşkûla Kurmancî, Sedsaliya X-XX. Wîen 2004.
Zîna Celîl
Zîna xûşka biçûk e, li Rûsyayê Zanîngeha Maksîm Gorkî di beşa wêjeyê Kurd de xwendiye. Hikayetên Civata Mayîn wergerandiye Kurdî. Keda wê li ser pirtûka Ordîxan Zargotinê pirr e. Di konservatuwara Komîtos de dixebite û xizmeta çanda gelêrî dike.
Nazê Celîl
Nazê Celîl, keça Cemîla Casimê Celîl e. Li ser şopa dayîka xwe ye û li ser ‘Dawet, govend, muzîk û erf û adetên kurdî’ xebatan dike, li Wiyanayê dijî.
Dixuyê ku Casimê Celîlê Osê û zarokên wî, li dervayê welat di penaberiyê de û bi hesreta welatê xwe tev di zargotina Kurdî de xebitîn û hê dixebitin. Di wê demên tengasiyê de li gelek welatên Kurdan ziman û pirtûkên Kurdî qedexe bûn, lê li derveyî welat bi rêya weşana radyoyê awazên Kurd digihand Kurdan û her Kurd jî bi hesretî û dilgeşî muzîka xwe, kilam û stranên xwe guhdar dikirin û niha jî gelek pirtûk ji gelê Kurd re mîras hîştine.
Çavkanî:
1-Hevpeyvîneke taybet bi mamoste Cemîla Celîl re, Kakşar Oremar, Pen-Kurd.
2-Mihoyê Prîskê, 80 Saliya Zanyarê navdar Ordîxanê Celîl, avestakurd.
3-Rahmi Yağmur-Helin Cudi-ANF.
4-Salihê Kevirbirî, Ji bo 70 Saliya Cemîla Casimê Celîl, Beroj.
5-Seyidxan Kurij, Hevpeyvîn, galewêj. net
6-Wezîrê Eşo, Xizmetkarê Edebiyat û Çanda Kurdî: Casimê Celîl
7-www. koneres. com
Paşa Amedî
(Nivîskar, Çîroknûs)
(Ev nivîs di kovara Nûbiharê ya hejmara 126a) de hatiye weşandin)