Serrûpel Nûçe Kandîdê seroktiya Sûriyê YPG tehdîd kir

Kandîdê seroktiya Sûriyê YPG tehdîd kir

Belav bike

Piştî ku fermandarê YPG Mehmûd Berxwedan got ku ew rê nadin sazkirina hilbijartinên serokatiyê li hersê kantonên xweseriya dîmukratîk, namzedekî serokatiya Sûriyê gefên tûj li YPGê xwarin.

Namzedê serokatiya Sûriyê Mahir Hecar li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsand ku Kurd ango YPG bi agir dilîze, û ew her tim bi aliyê hêzê re radiwestin.

Hecar got ku, piştî me mafê ziman û yên netewî da wan, ew îro kantonan çêdikin, rehma Xwedê li wan  kesan be ku ji ber xwe fedî dikin.

Herwiha Hecar anî ziman ku ew rê nade avakirina fidraliyekê Kurdî û daxwaza xistina kantonan kir, û got deng bidin min daku em şerê cudaxwazan bikin. Rûdaw

Namzedekî serokatiya Sûriyê rexneyên tund li Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê leşkerî yê PYD e, girtin û got ku YPG bi agir dilîze.

Piştî ku fermandarê YPG Mehmûd Berxwedan got ku ew rê nadin sazkirina hilbijartinên serokatiyê li hersê kantonên xweseriya dîmukratîk, namzedekî serokatiya Sûriyê gefên tûj li YPGê xwarin.

Namzedê serokatiya Sûriyê Mahir Hecar li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsand ku Kurd ango YPG bi agir dilîze, û ew her tim bi aliyê hêzê re radiwestin.

Hecar got ku, piştî me mafê ziman û yên netewî da wan, ew îro kantonan çêdikin, rehma Xwedê li wan  kesan be ku ji ber xwe fedî dikin. 

Herwiha Hecar anî ziman ku ew rê nade avakirina fidraliyekê Kurdî û daxwaza xistina kantonan kir, û got deng bidin min daku em şerê cudaxwazan bikin.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/syria/010520141#sthash.lZAFC15x.dpuf