Rêxistina Geşepêdana Sivîl (CDO) eşkere kir ku hejmara penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê gihîştiye 220 hezar û 787 kesan ku 56% ji wan li nav kampan de dimînin û 44% jî li nav bajaran de dijîn.
Birêvebirê rêxistina CDOê, Eta Mihemed got ku 9 kampên penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê hene ku di nav wan de Domîz kampa herî mezin e ku 58 hezar û 500 penaberên Sûriyê li xwe digre.
Li gorî amarên Netewên Yekgirtî, nêzîkî 9 milyon kes li Sûriyê neçar mane ji ber şer cih û warên xwe biterikînin ku 6 milyon jê li nav Sûriyê de û 3 milyon jî li derveyî welat bûne penaber.Rûdaw