Serrûpel Nûçe Gelo destê rêjîmê di şerê DAIŞ û YPG de heye?

Gelo destê rêjîmê di şerê DAIŞ û YPG de heye?

Belav bike

Di encamê de xelkê feqîr û ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest didin. DAIŞ li wan herêma heye ku rêjîm ditire Kurd û hêzên din li wan deran xurt bibin. Hinek şahidan carekê li ser şerê Serê Kaniyê gotibûn ku YPG carekê (berî şerê niha) dest danîbû ser tangeke di destê DAIŞ de, piştre ew tang bir teslîmî dewletê kir, jixwe ew tang berê ya dewletê bû.

Wezîrê bergiriyê yê Sûriyê berî 3 rojan hate Qamişlo, li wir axaftinek kir û got, ew şerê hemû hêzên terorîst dikin. Lê belê ne DAIŞ ne jî Cenhet El Nusra bi nav nekir.

Pirs li vir e:
Heta niha nehatiye dîtin ku artêşa Sûriyê li parêzgeha Hesekê şerê terorîstan kiriye, heta niha fişekek jî li dijî DAIŞ neteqandiye. Şerê ku derketiye di navbera YPG û DAIŞ de ye? Gelo artêşa Sûriyê, rêjîm, DAIŞ û YPG , wan bi hev dide zeîfkirin? Yan jî Artêşa Sûriyê, YPG beşek ji xwe dibîne?

Heta niha gelek caran berpirsiyarên hikûmeta Sûriyê bi munasebet û bêmunasebet gotine ku YPG hêzeke netewî ye û ew axa welat ji terorîstan diparêze?

Eger DAIŞ li cem dewletê terorîst be, wê demê artêşa Sûriyê, çima li dijê wan terorîstan şer nake û herêma kurdî ji hovîtiya DAIŞ re dihêle?

Sedema ku heta niha jî parêzgeha Reqa bi temamî di bni destê DAIŞ de ye û rêjîm nêzîk nabe?

Gelo ev lihevhatineke veşartî be, di navbera hêzên li herêma Kurdî de?