Serrûpel Nûçe Van roja Leyla Zana nameya Ocalan digihîne Barzanî

Van roja Leyla Zana nameya Ocalan digihîne Barzanî

Belav bike

Li gor ku siyasetvanê Kurd yê ji başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncwînî got, wê Ocalan di nameya xwe de piştgiriya siyaseta Barzanî ya lidarxistina Kongreya Netewî bike û wê ji Barzanî bixwaze ku hêzên di vê dema hesas de bike ye û di vî warî de ji Ocalan were xwestin ewê pêk bîne.

Pêncwînî got, yek ji xalên grîng di nameya serokê PKK Abdullah Ocalan de ji bo Mesûd Barzanî wê pirsa rojavayê Kurdistanê be, wê Ocalan ji Barzanî bixwaze ku ew hewl bide wekhev nêzîkî hemû hêzên kurdî li rojavayê Kurdistanê bibe û wan nêzîkî hev bike û hewl bide ku ev destkeftên di destê Kurdan de, ji dest neçin.

Tê çaverêkirin ku di nava 2 rojan de Leyla Zana nameya Ocalan li Hewlêrê bigihîne destê Barzanî û di demeke nêzîk de jî Partî û rêxistinên Kurdî yên rojavayê Kurdisanê bi taybetî PYD û PDK-S de ku yek ji wan (PYD) ser bi PKK ve ye û ya din ser bi PDK ve ye û her du jî hêzên sereke ne li rojavayê Kurdistanê û pêwendiyên di navbera her du aliyan de gelekî xerab in, heta niha gelek endamên PDK-S di zindanên PYD de girtî ne.

AVESTA KURD