Li bajarê Almanya li Ausburgê, ji keçeke 19 salî re, Saziya Kar û Karker Peydakirinê a Almanya, li kerxaneyê kar dît. Keça ciwan, bona ku sazî ji wê re karekî bibîne, serî li saziyê dixe. Piştî demekê sazî, nameyekê ji keça ciwan re dişîne û karê li kerxaneyê pêşniyara wê dike.
Malbat, li hemberî vê teklîfa saziyê şokê derbas dike. Di nameya saziya kar û karker peydakirinê de tê diyarkirin ku, wana li kerxaneya bi navê, “Colosseum FFK-Club” karê garsoniyê ji wê re dîtine. Di pêşniyarê de hatiye nivîsandin ku, ew ê di heftekî de 42 seeta bixebite û zêdetir jî wê bişev û dawiya heftê bixebite.
Li gorî nûçeya rojnameya Ausburger Allgemeine, malbata keça 19 salî bertek nîşan daye û li ser vê, saziyê lêborîn ji malbatê xwestiye û gotiye ku, bi “xeletî” bûye.