Serrûpel Nûçe RÛDAWê dawî li çapa xwe ya Ewropa anî

RÛDAWê dawî li çapa xwe ya Ewropa anî

Belav bike

Wê çaxê mamosteyê hêja Cemal Nebez ji min re got ku, ez pirr kêfxweş nebim, çiku meseleyeke serdema Komara Kurdistan li Mehabadê ji min re vegot ku, ji ser devê pêşewa Qazî Mihemed dibêjin ku wî gotibû: Niha ez bêjim kê çend tumenan dide kes xwe nade pêş, lê ger bêjim kê canê xwe fida dike, dê gellek kes xwe bidin pêş.

Tevî vê yekê jî, berî du salan gava ku em li girtina çapa Ewropa ya rojnameya Rûdawê fikirîn, mamoste Cemal Nebez ji me re got: “Qey çî yê din ê Kurdan li Ewropayê heye ku hûn rabin û vê rojnameyê jî bigirin.” Bi rastî wê demê û vêga jî, ev gotina wî karekî mezin li min dike. Ez vê gotarê jî bi hesteke pirr ne xweş dinivîsim. Ez bi xwe çend caran dema diçûme Ewropayê, min mîna karmendekî alîkariya stafê derxistina çapa Ewropa ya Rûdawê kiriye û ez serbilind im ku ez yek bûm ji beşdarên vê projeya rojnamevanî ya gelê Kurd li Ewropayê.

Niha jî kolana Gutenberg li bajarê Kolnê li Almanyayê li bîra min e. Ez hest dikim cihekî pirr nêzîkî rûhê min e, çiku ew der cihê ofîsa çapa Ewropa ya Rûdawê bû. Ez qet nikarim kar û zehmetkişandina hevkarên xwe ji bîr bikim ku ji sala 2009 û heta niha, li ser derxistina çapa Ewropa ya Rûdawê kar kirin.

Tengasiya medyaya kaxezî li temamiya dinyayê belav bûye. Lê bandora vê tengasiyê li ser rojname û çapemeniya kurdî li Ewropayê pirr mezintir e. Jixwe vê yekê kir ku em biryara ne xweş a girtina çapa Ewropa ya Rûdawê bidin. Lê tiştê ku hinekî li ber dilê me dide ew e ku, îro Rûdaw bûye mezintirîn dezgeh û tora medyayî ya kurdî ku her roj di hemû bultenan de hewal û nûçeyên hemû parçeyên welêt û hemû kurdan belav dike.

Çapa Ewropa ya Rûdawê ji bo me dibe yadgarî û bîranîneke jibîrnekirî. Herweha dibe beşekî giring ji dîroka rojnamevaniya kurdî li Ewropayê. Ji bo me jî wek karmend û hevkarên çapa Ewropa ya Rûdawê, bûye berhevkera gellek yadgariyên xweş.

Niha jî ew gotinên şofêrekî taksiyê yê Kurd li Berlînê li bîra min in. Gava ku jê pirsîbûn tu ji kengî ve neçûyî Kurdistanê, wî gotibû ez her hefte diçim Kurdistanê. Peyamnêrê Rûdawê jî jê pirsîbû, çawa? Wî gotibû: Rojnameya Rûdaw her hefte min li her çar parçeyên Kurdistanê digerîne.

Herweha demekê çapa Ewropa ya Rûdawê digihişte Bakurê Kurdistanê. Li bajarê Mêrdînê, çend xwîneran ji peyamnêrekî me re gotibûn: “Rojnameyeke pirr xweş e, lê em nizanin rojnameya kîjan partiyê ye.” Ev şahidiyeke pirr giring bû li ser serxwebûna Rûdawê di rewşa siyasî ya aloz û tevlihev a Kurdistanê de.

Herweha pirr caran jî hevpeyvîn û raportên Rûdawê zêde deng vedidan, nemaze di medyaya tirkî de. Herweha bi roleke perwerdeyî jî radibû bo fêrbûna zimanê dayikê.

Karê Hêmin Ebdulla, Nûredîn Weysî, Feysel Daglî, Nesredîn Akyol, Mistefa Şefîq, Hamdulla Yumlu, Mihemed Sabatlî, Besam Mistefa, Mensûr Sidqî, Mistefa Çiwartayî, Sabir Yasîn, Kawe Emîn, Salih Qadir, Bextiyar Mistefa, Huner Mercan, Selam Sadî, Zekî Ozmen, Rûken Ozmen, mamoste Xalid û çend hevkarên din ku ji cihên cuda cuda, nûçeyên kurdên derve digihandin rojnameya Rûdawê nayê jibîrkirin û beşek ji dîroka rojnameyê ne ku, mezintirîn û temen dirêjtirîn rojnameya kurdî li Ewropayê bû ku bi rengekî rêkûpêk her hefte di dema xwe de derdiket.

Ji bo min çapa Ewropa ya Rûdawê mîna bîranîneke xweş dimîne û ez hertim şanaziyê pê dikim û pê serbilind im. Ez hêvîdar im ku em di siberojê de bikarin rêyekê bibînin ji bo em careke din wê derxin; nemaze ger em bikarin rêyên baştir bo abonekirin û belavbûn û firotina wê bibînin.

Em daxwaza lêborînê jî ji hemû xwîner û hogirên çapa Ewropa ya Rûdawê dikin ku, ji îro û pê de em ji wan vediqetin. Lê Tora Medyayî ya Rûdawê, bi şêweya portal û online, televizyon û radyoyê li her derî bi wan re berdewam dibe û li Ewropayê jî. Bi xatirê we….                        

 
Ako Mihemed: Rêvebirê giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê