Serrûpel Nûçe “YPG wê heta dawiyê Kobanêyê biparêze”

“YPG wê heta dawiyê Kobanêyê biparêze”

Belav bike


Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim hişyarî da ku rêxistina DÎŞIya ku bajarê Kobanêyê dorpêç kir ”Qetlîama ku li Sîncarê kir dê vir jî bike” 

Muslim li Parlementoya Ewropayê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku milîtanên DÎŞIyê kîlometroyek dûrî Kobanêyê ne û dibe ku di saetên pêş de qetlîamekê bikin. 

Muslim diyar kir ku şaxa çekdar a PYDyê YPG dê heta dawiyê Kobanêyê biparêze, lê belê çekên di destê wan de ji bo parastina heremê kêm dimînin. Muslim da zanîn ku hêzên DÎŞIyê jî bi topên mewziya wan dirêj, tankên Ambrams ên Amerîkayê yên ku di rasera Mûsilê de ji artêşa Iraqê bi dest xistibû û wesayên bi zirx ên Humveyeeyê pêş de diçin. 

Muslim ragihand ji bo ku DÎŞIyê bidin rawestandin ji hêzên navneteweyî çekên antîtank xwestin lê heta niha ne bi hîbeyê ne jî bi peretî nekarin van çekan pêyde bikin. Muslim got ku êrîşên DYAyê yên li ser hedefên DÎŞIyê yên li Sûriyeyê “dereng man û kêm in” û ji bo Kobanêyê dê tu encam dernekeve. 

Salih Muslim diyar kir pêşniyaz kirin ku tevî koalîsyona li dijî DÎŞIyê bin lê ji ber ku “nayên nasîn” tu encam jê nestandin. Muslim got ku heke bikarin çekan pêyde bikin ji bilî wan tu hêz nikare rêxistina DÎŞIyê li herêmê têk bibe. (AA)