Heman çavkanî wiha axifî: ‘’Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi fermî daxwaz ji berpirsên Tirkiyê kir, daku rê bidin Pêşmergeyên Kurdistanê di nav axa Tirkiyê re derbasî Kobanê bibin bi armanca ligel şervanên YPG’ê şerê çekdarên DAİŞ’ê bikin.’‘
Ji aliyekî din ve li gor agahiyên BasNewsê, her îro çend partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan. Di civînê de Barzanî ji wan re gotiye ku daxwaz ji Tirkiyê kiriye daku Pêşmergeyên Kurdistanê di nav axa Tirkiyê re derbasî bajarê Kobanê bibin û û bajêr ji êrîşên terorîstan biparêzin.
Li gor heman agahiyan Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî, ji PYD û TEV-DEM’ê jî Nesrîn Xanim, Aldar Xelîl, Ebdulselam Ehmed beşdarî civînê bûne. Medya Tirkiyê jî belav kiribû ku Barzanî daxwaz ji Tirkiyê kiriye da Pêşmerge di nav axa wê re derbas bibin, lê belê derbarê helwêsta Tirkiyê de tu agahî nedan. Bas