Di derbarê vê axaftina Barzanî de, Salih Mislim jî got Barzanî yekrêzî ji wan xwestiye û ew jî ji bo wê yekê amade ne, ew hatine hem bidin hem jî bistînin.
Xalên sereke ku di civînê de têne gotûbîjkirin, avakirina hêzeke niştimanî ye, pirsa kantonan e, xweseriya demokratike ku ji aliyê PYD ve hatine avakirin û rewşa Kobanî ye di serî de.
ENKS îsrar dike ku hêzeke hevbeş were avakirin ku bikaribe rojavayê Kurdistanê biparêze, PYD xwe pir nêzîkî vê yekê nake.
Tê çaverêkirin ku îro ji her du aliyan komîsyoneke hevbeş were avakirin. Ew komîsyon li ser wan pirsa projeyekê amade bike, ew komîsyon wê bibe weke Merceîyetekê.
Li aliyê din serokê TEV DEM Aldar Xelîl daxuyaniyek da televîzyona PYD Ronahî. Axaftina wî dibe ku zerarekê bigihîne civîna Duhokê. Aldar Xelîl bi tund got: YPG xeta sore, qedeye ye, nabe kesek nêzîkî wê bibe, û em nehatine li vir Kobanî munaqeşe bikin ji ber ku em li Kobanî bi serketin.
Weke tê zanîn ji 15 meha 9 ve DAIŞ êrîşên dijwar dibe ser Kobanî, di encamê de bajar bi tevayî vala bû, nêzîkî 400 ji aliyê DAIŞ ve hatine valakirin û bêhtirî 200 hezar xelkê Kobanî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûne koçber.
Emerîka jî li ser daxwaza serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi balafirên xwe û yên hêzên hevpeyman êrîşî bargehên DAIŞ dike li Kobanî û di encamê de wê rêxistinê ziyaneke mezin dît.