AVESTA KURD / Fermandarekî YPG ku li Kobanî ji aliyê DAIŞ birîndar bûbû, li bakurê Kurdistanê li nexweşxaaneyeke Surucê hate girtin.
Navê wî Selahedîn Dîlek e. Di nava YPG de navê wî Sofî bû. Ev çend sal bûn ku hêzên ewlekariya Tirkiyê li wî digeriyan. Dema ku ew birîndar bû, bi dizî ew ji Kobanî derbasî Surucê kirin û birin nexweşxaneyekê, li wê derê istîxbarat gihişte tîmên taybetî yê Tirkiyê, piştre avêtin ser nexweşxaneyê û ew girtin û birin cihekî ne diyar. Selahedîn Dîlek (Sofî), li Mêrdînê ji dayîk bûye. Ew di sala 1995 de li Almanya tevlî PKK bûbû. Di sala 2007 li Zapê-Geliyê Zapê fermandarekî eskerî bû. Di sala 2014 de jî fermandarê PKK yê Amedê bû.