AVESTA KURD – Jêdereke piştrastkirî ji Amedê ji AVESTA re diyar kir, ku ji ber gendeliya di nava berpirsirên BDP de, biryar hatiye standin gelek berpirsan ji karê wan bi dûrxînin û wezîfeyê ji dest wan bigirin.
Yek ji wan berpirsirên ku kar ji dest hatiye standin seroka BDP ya şaxê Amedê Zübeyde Zümrüt e.
Jêdera taybet bi Avesta re diyar kir ku 2 projeyên gendeliyê bûne sedema wê yekê ku karê serokatiya BDP-Amedê ji destê wê bigirin û wê bişînin komîsyona dîsîplnê ji bo ku hesab ji wê bixwaze.
Li gor jêderê hevserê wê, destelatên BDP bi kar aniye û bûye şirîkê projeya sentrala elektrîkê ya bi navê HES.
Projeya HES (Hidroelektrik Santral, Sentrala Elektrîkê) û li bakurê Kurdistanê bi taybet li parêzgeha Diyarbekirî di sektora bendavan de kar dike.
Li gor jêdera AVESTA, hevserê Zubeyde Zumrut, şîrketên din vekirine, zarokên malbatên şehîdan û yên ku xizmên wan li ser çiyan in, di nava rêzên PKK de cih digirin, wan bê sîgorta bi 500 Lîreyên Tirkî dixebitîne.
Jêderê diyar kir ku gelek kesên din di lîsteya gendeliyê de hene, hinek ji wan berpirsên bilind yên HDP û BDP ne hinek jî ji wan parlamenterên HDP ne, destê wan di gendeliyê de hene.
Di nava kesên ku destên wan ketiye nava gendeliyê, li gor heman jêderê çend berpirsên bilind yên PKK jî hene.
Jêdera Avesta diyar dike, ku lîsteyan wan nava li cem ajansa ANF (Ajansa Firat, nêzîkî PKK) lê heta niha eşkere nekiriye.
Herçiqas wezîfe ji destê Zubeyde Zumrut hatibe standin jî, lê ne ew vê yekê eşkere dike, ne jî BDP ji raya giştî re radigihîne.
Lê ew dibêje, di kongreya bê ya BDP yê de ewê xwe neke namzeta tu berpirsiyarekê û di nava BDP û HDP de ewê nebe endam û namzet.
Ew dibêje ku ew li ser karê xwe ye, lê di rastiyê de ne li ser kar e, û tu wezîfe di destê wê de nemaye.
Zubeyde Zumrut bûbû kandîda belediya Baglarê li Amedê, li qezenc nekiribû.