Serrûpel Nûçe Pêşmergeyekî rojava şehîd ket û 4 jî birîndar bûn

Pêşmergeyekî rojava şehîd ket û 4 jî birîndar bûn

Belav bike

Îro li gundê Keskê, li Mihwera Zummar, pêşmergeyekî rojava şehîd ket û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Peyamnêrê me ragihad ku her 4 pêşmergeyên rojava yên birîndar, rakirine nexwexaneya ambuland ya Duhokê.

Pêşmegeyê şehîd, navê Seîd Ehmed Elî ye, 24 salî ye, ji bajarê Dêrika Hemko ye.

Sibe cenazeyê pêşmergeyê şehîd, wê bi riya dergehê Sêmalka, bi torenekê bişînin rojavayê Kurdistanê.