Serrûpel Dosya Berfa Qendîl… Berfa Enqerê

Berfa Qendîl… Berfa Enqerê

Belav bike


Dema ku ji nişkave alarma xwegrêdana ji bo daketinê vêket, yekem tiştê ku li derveyî balefirê bala min kişand, berfa ku dorên balafirxaneyê girtibû û kirasek spî li Enqerê kiribû. Wî dîmenî di cî de ez vegerandim cem dîmenekî nêzî heft salan berê yê behareke pir zû ya qontera Qendîlê.


Her ji destpêka 2007an de, Nêçîrvan Barzanî yekemîn pêşketina danûstandinên xwe yên bi Erdogan re ji bo qalkirina pirsa Kurd li Tirkiyê bi kar anî û vekirî jê re got: “Riya çareseriyê di ser Îmraliyê re derbas dibe û ji bo ku bigihîjî çareseriyê, riya herî kurt diyalog û lihevhatina bi Ocalan re ye”. Ev pêşniyazek bû ku wisa dixuyî herî nêzên Erdogan jî nedikaribûn wisa eşkere û vekirî jê re bibêjin, loma jî ev însiyatîfa Nêçîrvan Barzanî û awayê eşkere û vekirî yê pêşkeşkirina însiyatîfê, tenê li cem kesên nêz û dora Erdogan jî, cihê rêz û pêzanînê bû!. Yekem tiştê ku piştî vegera wî ya ji Enqerê jî hate kirin, ew bû ku min ev peyam û naveroka pêşniyazê ji Karayilan re bire Qendîlê.


Helbet birina van peyamên Nêçîrvan Barzanî ji bo Qendîlê û hevdîtin û civîn û diyaloga dirêj a bi Karayilan û berpirsiyarên din yê PKKê re û anînan peyamên Qendîl û Brûkselê yên beriya her seredaneke Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê û tersî wê jî, êdî bû karekî berdewam û ji destpêka 2007an de heta dawiya 2011an jî, bi dehan caran bi awayekî nepenî û di tariya şevê û zivistana sar a Qendîlê de, min peyamên herdu aliyan gihandin wan. Ji bo pêşveçûyina ku hêdî – hêdî di navbera herdu aliyan çê dibû, hertim coşeke germ û dilşadiyeke mezin di çavên Nêçîrvan Barzanî de dihate xwendin.


Di vê seredana xwe ya dawîn a Enqerê de jî, yek ji mijarên herî sereke yên civîna bi Erdogan re , pirsa çareseriyê û pêvajoya aştiyê bû, bi Davutoglu re jî yek ji mijarên civînê bû. Nêçîrvan Barzanî wek hertim ji Erdohan re got ku çareserkirina pirsa kurd û serketina pêvajoya aştiyê, dê di her warî de Tirkiyê derbasî qonaxeke pir li pêş bike û Ocalan jî ji bo aştiyê şansek mezin e!. Wek hertim dîtin û nêrîna Qendîlê jî yên di derbarê pêvajoya aştiyê de, gihandin serkomar û serokwezîr.


Mijareke ku pir derbasî medyayê nebû û eger ku hemû navbeynkariya Nêçîrvan Barzanî di navbera Qendîl û Enqerê de, her ji wan hatin-çûyînên min ên ji heft sal berê de ji bo Qendîlê û sêgoşeya sînor û deverên Xwakurkê, heta rojên me yên îro ku êdî bi hêsanî hatin-çûyîna nêvbera Qendîl û Îmraliyê çê dibe, di pirtûkekê de bête çapkirin, dê pir aliyên veşartî yên hewl û xebatên xemxwerî yên Nêçîrvan Barzanî di vê pirsê de derbikevin holê, ku piştre bûne hêvên û beşeke sereke ya detpêka pêvajoya aştiyê û çareseriyê.


25.2.2015

Samî Ergoşî (Sekreterê Rojnamevanî yê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî)