Serrûpel Nûçe Heyder Şeşo Partiya Êzîdiyan ava dike

Heyder Şeşo Partiya Êzîdiyan ava dike

Belav bike


Heyder Şeşo di daxuyaniyekê de behsa damezrandina partiyekê bi navê êzîdiyan dike. Şeşo ev nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û got: “Emê partiyeke taybet bo êzidiyan damezrînin.”

Di daxuyaniyekê de ku bi navê komîteya amadekariya kongreya damezrandina kiyanekî bo êzidiyan û Fermandarê Hêzên Parastina Şingalê Heyder Şeşo raberî raya giştî hatiye kirin, hatiye gotin ku: “Êzîdî du caran li Iraqê bêpar bûn: Carekê li Bexdayê wek welatiyên Kurdistanê û careke din jî li Kurdistanê wek welatiyên iraqî.”

 

Fermandarê Hêzên Parastina Şingalê û Endamê Encûmena Navendî ya YNKê Heyder Şeşo di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku: “Ew daxuyanî ji hêla me ve derketiye û em amadekariyan bo kongreya damezrandina partiyeke siyasî ya taybet bi êzîdiyan dikin.”

 

Heyder Şeşo ku welatînameya wî ya almanî jî heye û niha li Almanyayê ye, herwiha got: “Ev partî bo hemû êzidiyan dibe. Lê li gorî yasaya partiyên siyasî li Kurdistan û Iraqê nabe xwediyê nasnameya welatekî din bibe endamê partiyeke iraqî. Lewma ev partî bo Herêma Kurdistan û Iraqê dibe.”

 

Şeşo axaftina xwe berdewam kir û got: “Deriyê vî partiyê li ber her kesî vekirî ye û di dema ragihandina komîteya amadekarî de, navê endamên wê komîteyê jî dê bên eşkerekirin.”

 

Derbarê mabûna xwe di nav YNKê de jî, Şeşo got: “Li gorî yasayê, ne ji mafê min e ku ez di partiyeke din de kar bikim. Lê piştî wergirtina moleta partiya nû, emê vê mijarê çareser bikin.”

 

Li ser navê partiya nû jî, Şeşo got: “Heta niha tu nav ji bo partiyê nehatiye destnîşankirin û me ev mesele ji kongreya damezrandinê re hiştiye.”

 

Heyder Şeşo roja 5ê Nîsana 2015 ji hêla hêzên Ewlekariya Dihokê hat girtin û dûre di 13ê Nîsanê de bi biryara dadgehê hat berdan. Şeşo bi mebesta komkirina piştevaniyê bo partiya xwe ya nû serdana Almanyayê kiriye û dibêje: “Ezê du heftiyan li Almanyayê bimînim û piştre vegerim Kurdistanê.”