Serrûpel Nûçe YPG: Ji me re negotin pêşmerge ji Kobanî diçin

YPG: Ji me re negotin pêşmerge ji Kobanî diçin

Belav bike

 

Rêdûr Xelîl ji radyoyeke nêzîkî opozîsyona Sûriyê re axifî û got wan dixwest pêşmerge li Kobanî bimînin, heta ku herêma Kobanî bi temamî rizgar dibe.

 

Her wiha got, pêşmerge weke hêzeke piştevan bûn li Kobanî û di warê moralî de jî hebûna wan li Kobanî gelekî girîng bû.

 

Xelîl di hevpeyvîna xwe de bal kişande ser wê yekê ku heta niha şer li gundewarên Kobanî şer di navbera wan û DAIŞ de berdewam dike, û dema ku Pêşmerge li Kobanî bûn, ew dihate wê wateyê ku cebheyeke kurdî ya yekgirtî li hemberî DAIŞ heye û şer dike.

Li aliyê din dema ku pêşmerge ji Kobanî derketin xatirê xwe ji YPG xwestin û YPG ew spas kirin piştî ku YPG got êdî pêwîstiya wan bi pêşmergeyan nemaye, ew vegeriyan başûrê Kurdistanê.