Li gorî agahiyan Rûdawê bi dest xistin vê êvarê konvoya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina 7ê Hezîranê de çûn gundê Xanikeyê.
Alîgirên HDPê xwest flamayên partiya xwe li nava gund û derdora gund daliqîne lê hin gundiyên alîgirê Huda-Parê bertek dan girseya HDPê û piştre di navbera herdu aliyan de pevçûn derket.
Serokê Şaxa Amedê yê Huda-Parê Şeyhmuz Tanriverdî ji Rûdawê re ragihand ku hin kesên di nava konvoya HDPê de gule li gundiyan reşand.
Di encama aloziyê de welatiyên bi navê Şerif Şimşek (35) û Abdulcelil Tanaylan (38) jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin kesê di bûyeran de birîndar bûyî jî li nexweşxaneya navçeya Nisêbînê ya Mêdînê tê dermankirin.
Ji aliyê din ve Cîgirê Serokê Giştî yê Huda-Parê Abdurrahman Cens jî ji Rûdawê re got alîgirên HDPê êrişî wan kiriye.
Abdurrahman Cens anî ziman HDPê di hilbijartinên beriya niha de ti deng wernedigirt û wiha domand:
“Alîgirên HDPê çûne gund û li wê derê heqaret li gundiyan kirin. Gundiyan ew ji gund derxistine û piştre wan bi çekan du endamên me kuştin.”
Namzedê HDPê: Wan êrişê me kir
Namzedê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu jî ji Rûdawê re derbarê bûyeran de wiha got:
“Konvoya partiya me îro li gundên Hezex digiriya. Dema ku konvoy li gundê Xanikeyê derbas dine alîgirên Huda-Parê êrişê konvoya partiya me dike û piştre alîgirên me jî bersivan didin. Ev buyera rû dayî bûyerek xemgîn bû.”
Demîrtaş: Ti kes ne dijminê me nîne!
Hevserokê HDPê Selahattin Demîrtaş jî di mitînga partiya xwe ya li parêzgeha Bursayê de wiha got: “Ji ber sedema xebatên hilbijartinan pevçûneke rû daye. Ez nizanim kî ne û nasnameya wan a siyasî çi ye. Kî be bila bibe ew êşek mezin e.”
Demîrtaş derbarê bûyerê de wiha domand: “Xwede rehma xwe lê wan bike. Ez ji bo malbatan wan sersaxiyê dixwazim. Bila tevahiya xelkê me bi baldar û hişyar bin. Kursî, meqam û hilbijartina ne ji cane mirov hêjatir e. Kijan partî be bila bibe dibe ku hefteya dawî provokasyona bikin. Ev dikare Huda-Par jî be dikare partiyek din jî be. Ti kes ne neyare me ye û nabe jî.”
HDP û Huda-Par du partiyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê ne ku beşdarî di hilbijartinên 7ê Hezîranê yên Parlamentoya Tirkiyeyê de kirine. Rûdaw