Endamê komîteya şopandina rastiyan Riyaz Hesen ji Rûdawê re ragihand ku rê nehat dayîn ku ew derbasî Girê Spî bibin.
Riyaz Hesen ku emîndarê desteya siyasî ya Îtilafê ye ji Rûdawê re da zanîn ku ew xwe ji bo vegera Stenbolê amade dikin.
Îtilafê şandeke şopandina rastiyan ava kiribû û şandibû Girê Spî daku li ser pirsa koçberkirina Ereb û Turkmanan ji aliyê YPGê ve lêkolînan bike.