Serrûpel Dosya Nivîseke Prîskê Mihoyî

Nivîseke Prîskê Mihoyî

Belav bike

Ew di 27 salîya xwe da hate kuştinê. Her kes dizane, ku ev helbestvanê xweyê dilê nazik û merîfeta mezin çawa û ji bo çi jîyana xwe zû dest daye: ew 15-ê tîrmehê sala 1841-ê li bajarê Pyatîgorskê (bakûrê Kavkazyayê) di dema gulleberîhevdanê da ji hêla Nîkolay Martînov va hatîye kuştinê.

Mîxayîl Lêrmontov berî kuştina xwe, hema li vî bajarî wênekî dikşîne, ku heya niha jî bala her kesî radikşîne li ser xwe: ya wênekêşan, ya pêşekzanan, ya maşoqên mîrata wîye wêjeyî, xasma ya pispor û zaneyên jîyannîgarîya wî.

Lêrmontov li bin vî wêneyî, bi destê xwe bi firansî û bi hubra şîn nivîsye: «Kurde» (yanê kurd). Li bin vî wêneyî li ser milê çepê ewî îmze kirye: «Lêrmontov». Di vî wêneyî da ewî Alêksandr Stolîpîn bi cilên kurdan bi hubir û firçê kişandîye.
Kî ye Alêksandr Stolîpîn?
Ew kurmamê bavê Mîxaîl Lêrmontov û hevalê Lêrmontîvî nêzîk bû. Di nava koma heval û hogirên Lêrmontov da Alêksandr Stolîpîn ra digotin «Mongo». Li gorî agahdarîyên lêkolîneran ev navê zêde Lêrmontov bi xwe kurmamê bavê xwe ango hevalê xwe kirîye.

Carekê Lêrmontov li ser textê nivîsarê yê vî kurmamê bavê xweyî cîwanî bedew pirtûka bi zimanê firansî ya «Rêwîtîya Mongopark» dibîne û bi henek navê vê berhema firansî (bi şêweyê kurt–Mongo) li Alêksandr Stolîpîn dike. Hema ev Stolîpîn-Mongo jî dû ra dibe şedekî kûştina Lêrmontov…

Gelo ji bo çi helbestvanê navdar ev wênyê hevalê xwe nav kirye «Kurd»?
Dibek ev jî navekî Stolîpîn-Mongo yê zêde yê duda bûye?
Dibek ji ber wê yekê, ku Mongo di vî cil û bergî da notla kurdane?
Ev cil û bergên kurdan Lêrmontov ji ku peyda kirye?

Bersiva van pirsan sedî-sed heya niha kes nizane. Lê tiştek eşkere ye: Mîxayîl Lêrmontov li ser kurdan baş zanibûye, belkî hinek zapitên kurdan ra jî nas bûye. Wek tê dizanin, di dema şerên rûsa-farizan û rûsa-tirkan (yên salên 1827-28-an û 1828-29-an) kurdan jî di nav refên leşkerên rûsan da li dijî tirkan û farizan şer kirine…

Sala 1993-an helbestvanê meyî naskirî, doktorê wêjezanîyê Çerkezê Reş (rehma Xwedê li hevalê me be) di hejmara 2-an ya kovara «Kurdistan rapor» da bi rûsî li ser vî wêneyî gotareke biçûke balkêş nivîsîye. Ew gotar sala 2009-an usan jî di malpera kurdist.ru da hatîye weşandin. Dêmek, Çerkezê Reş di gotara xwe da dinvîse, wekî ev wêne heyanî destpêka sedsala 20-î ne dîhar bûye. Ev wêne li bal mirovên dûr yên Mîxayîl Lêrmontov hatîye parstinê. Li ser vê yekê dota kurê kurapê Lêrmontov–Akîm Şan-Gîrêy ya bi navê Yêvgênya Şan-Gîrêy di nama xwe ya 20-ê îlonê sala 1916-an dinvîse (ev name di mûzêxana Lêrmontov da heye): «Ez dixwezim her eşîyakî M. Lêrmontov bê parstinê. Ez we agahdar dikim, ku li bal birazyê min–Alêksêy Tokaryêv, yê ku vê gavê li Pyatîgorskê dimîne, albomek heye. Ew alboma pîrka wî Nadêjda Şan-Gîrêy ye… Di wê labomê da wêneyê bi destê M. Lêrmontov niqişandî heye. Ew wêneyê balkêş yê Mongo-Stolîpîne bi cil û bergên kurda ye»…

Lê dîsa pirsê em dine xwe: gelo ev cil û bergên kurdan Lêrmontov ji ku peyda kirye? Eşkere ye, ku li meha gulanê sala 1841-ê Mîxayîl Lêrmontov û Alêksndr Stolîpîn-Mongo li Pyatîgorskê bûne. Û ew wêne wê demê hatîye kişandinê. Ûsa jî dîhare, ku Lêrmontov û Stolîpîn piştî 20-ê gulanê sala 1841-ê (lê 15-ê tîrmeha wê salê Lêrmontov tê kuştinê) di mala zapitê leşkerê rûsan V. Çîlayêv mane. Wê demê wana ew mal kirê kiribûn. Xwedîyê vê malê V. Çîlayêv tevgelê şerên rusa-tirkan, rûsa-farizan yê wê demê bûye. Tê xûya hema di mala vî Çîlayêv da jî ew cil-bergên kurdan hebûne, yên ku Çîlayêv wextê wan şeran ji kurdan wergirtîye.

Kê dizane, dibek hema kurdan– tevgelên wan şeran wê demê li Pyatîgoriskê bûne û bi xwe ew cil wek dîyarî dane Lêrmontov û hevalên wî? Ne dîhare. Lê divê em dîroka wî wêneyê dîrokî pirî-hindikî baş bizanibin…

Prîskê Mihoyî.
29.08.2015.

P.S. Malperên kurdî van agahdarîyên me, yeke, naweşînin, lê bila haj pê hebin. Van malûmetîyan lêkolînerên êzîdî bi xwe ra nabine gorê…