Serrûpel 2015 Îlon

Arşîva mehane: Îlon 2015

Barzanî cejna Qurbanê pîroz kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan Bi helkefta hatina cejna qurbana pîroz, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û hemû misilmanên Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindê şehîdan dikim ku bi xwîna zarokên xwe darê azadiyê û nîştîman hatiye parastin û pîrozbahiyê yek bi yek li hemû Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîş dikim ku qehremanane bergiriyê li ax û gelê Kurdistanê dikin û ji bo bergirîkirina hemû mirovayetiyê bûne sengerekî polayî. Pîrozbahiyê li Haciyên Kurdistanê û rêwiyên mala xweda dikim û hêvîdarim xwedayê mezin îbadeta wan qebul bike. Hêvîdarim ev cejin bibê cihê têkşikandina yek carekiya terorîstên Da'îş û hemû koçber vegerin bajar û malên xwe.

Hikûmeta Kurdistanê cejn pîroz kir

Civata wezîrên herêma Kurdistanê di peyamekê de, bi minasibeta hatina cejna Qurbanê, pîrozbahiyê li malbat û kesûkarên serbilindên şehîdên Kurdistanê dik ku hertim ccanfedekarî û rola wan mêrxasan ji bîr naçe û hêvî dike ku ev cejin deriyê xêr û xweşiyê ji gelê Kurdistanê re veke.

“Barzanî serdana rojavayê Kurdistanê dike”

Hevserokê PYDê Salih Muslim di daxuyaniyekê de ragihand, dibe ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Rojavayê Kurdistanê bike.

Dixwaze bibe serokê belediya Kobanî

Li gor posteke Facebookê ku birayê serokê PYD Salih Mislim, Abû Kalê belav kiriye, Salih Mislim, berî çend rojan di dema hevdîtina wan de, ji wî re gotiye, "Ez dixwazim bibim serokê şaredariya Kobanî, dixwazim xizmeteke mezin ji Kobanî re bikim..." Piştre ew li ser rewşa Kobanî, li ser koçberiya xelkê û rewşa xelkê axifîne û behsa gundê xwe Şêranê kirine, çavên Salih Mislim tijî hêstir bûne û giriya ye. Salih Mislim gotiye, "Kobanî û xelkê wê li ber dilê min giran e, çi ji destê min were ezê ji wan Kobanî û xelkê Kobanî bikim" Abû Kalê dibêje, Bavê Welat (Salih Mislim) gelekî dilovan e, ji bo doza welat wî dest ji her tiştî berda ye.

Brahîm Biro bersiveke tund da Mele Bextiyar (VÎDYO)

Brahîm Biro bersiveke tund da Mele Bextiyar (VÎDYO)

Batmane… Batmane… (vîdyo)

Batmane... Batmane... (vîdyo)

Li Silêmaniyê hatibû revandin

AVESTA KURD - Sernivîserê kovara Îsraîl - Kurd Mewlûd Avend, berî 3 salan dema ku ji bo karekî çûbû Silêmaniyê, hatibû revandin, û demeke dirêj xeber jê tune bû, berî çend rojan rewşa wî eşkere bû. Mewlûd Avend, berî çend rojan derkete derve û rewşa xwe eşkere kir û got, berî 3 salan ew li Silêmaniyê ji aliyê hêzên Îranê ve bi alîkariya YNK (Yekîtî Niştimanî Kurdistan) hatibû revandin, ew biribûn zindanê li Tehranê girtibûn. Got, dema ew revandin, ew bêhiş kirin, xistibûn otomobîlekê, destpêkê ew biribûn bajarê Merîwanê, piştre biribûn Sine, ji wê derê jî bi balafirê ew biribûn Tehranê û avêtibûn zindanê. Ew roja duşema derbasbûyî serbest hatibû berdan. Avend got, ewê vegere başûrê Kurdistanê û dozê li dijî serkirdeyekî YNK veke ku di girtina wî de beşdar bûbû. Mewlûd Avend roja 08.06.2012 li Silêmaniyê hatibû revandin.

Pêşwazîkirina girtiyê DAIŞ Mesûd Eqîl (Vîdyo)

Diya Ferhad Hemo Mesûd hembûz dike

Wêneyên nû yên Mesûd Eqîl (FOTO)

Wêneyên Mesûd Eqîl yên herî nû, piştî ku ji ji destê DAIŞ bi rêkeftineke veguhertina esîran di navbera YPG û DAIŞ de hate rizgarkirin.

RÛDAW li ser kameramanê xwe Mesûd Eqîl çi got?

Roja 21ê Îlona îsal hevkarê me Mesûd Eqîl, ku wek kameraman di Tora Medyayî ya Rûdawê de kar dikir, ji aliyê rêxistina “Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê” (DAIŞ) ve li Sûriyê hat berdan û şeva borî gihîşt malbata xwe li bajarê Qamişlo.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com