Li gor nûçeya rojnameyê, YPG û artêşa Sûriyê wê bi hev re kar bikin ji bo ku cebheyeke nû li dijî opozîsyonê vekin.
Li gor plana Rûsya, şervanên YPG û artêşa Sûriyê bejayî şer bikin, û balafirên Rûsî wê ji ezmanan de li opozîsyonê bidin.
Rojname dinivisîne ku YPG û Artêşa Sûriyê gelekî nêzîkî hev bûne û hevdîtinên wan gavên mezin ber bi pêş ve avêtine, û her du aliyan li ser hevkarî û alîkariyê li hev kirine.
Rojnameya El Exbar her wiha dibêje, hevkariya YPG û Artêşa Sûriyê wê destpêkê şerê li dijî DAIŞ be, li bajarên Şedadê û Hol be, li ser sînorê di navbera Sûriyê û Îraqê de be.
Li gor rojnameyê pisporên eskerî yên Rûs li Qamişlo û Hesekê çûne serdana YPG.