Wê rojê ez li Almanya li bajarê Kolnê li kafêterya StarBucks rûniştibûn, weke her carê min espresso vedixwar.
Dostekî minî kevin jî hat. Me hev li wê derê dît.
Me suhbet kir.
Çep û rast em li ser gelek tiştan axifîn.
Bi giranî em li ser medyaya kurdî axifîn.
Got tiştek bi navê medyaya kurdî tune ye.
Min jî got, Rûdaw heye û eger ku tiştek bi navê medyaya kurdî hebe jî, mirov dikare Rûdaw weke nimûne nîşan bide.
Tiştê ku Rûdaw kirine, medyaya kurdî heta niha nekiriye.
Û em di Rûdawê de kar dikin, em lingê xwe navêjin ser hev û tizbiyan nakişînin.
Gotin hat ser butçeya Rûdawê û mûçeyan.
Weke gelek kesan wî jî meraq dikir ka ez çiqas mûçe distînim.
Min got, Rûdaw baştirîn mûçe dide karmendên xwe. Mirov nikare bi nanûzikê karekî profesyonel û bi rêk û pêk bike. Bi feqîrî rojnamgerî nabe.
Em dizanin rewşa Kurdistanê ya aborî ne weke berê ye, dezgehên medyayê nikarin mûçeyê karmendên xwe bidin, lê berî ku kirîza aborî çêbibe, butçeya televîzyonên din eger ne bi qasî ya Rûdawê ba, jê ne kêmtir bûn. Karmendên wan jî du carî bi qasî yên Rûdawê bûn.
Her îsrar dikir bizanibe ka mûçeyê min çiqas e û eger ku ne mûçeyekî bilind be, min çima dev ji Ewropayê berda û çûme Kurdistanê, tevî ku xelk li ser çûna Ewropa xwe li behran diqelibînin û mirinê didin ber çavên xwe.
Ez hema bêjin li her derê rastî pirseke wiha têm: “Miaşê te çiqas e?“, “Tu çend defteran (Her defterek 10 hezar dilar e) distînî?“ “Te çawa dev ji Ewropa berda û hatî Kurdistanê?!!“
Ez li Kurdistanê fêrî gotina “wereqe (100 dolar) û defteran“ bûm, heta niha jî naxwazim wan bi kar bînim.
Însan jiyana kesên weke min meraq dikin, heqê wan e.
Em her roj li ser ekranê ne. Xelkek heye, ji ber ku ji te hez dike dixwaze jiyana te ya taybet nas bike, xelkek jî heye ji te hez nake, lê dîsa dixwaze taybetmendiyên te nas bike.
Ji rojnameya Berxwedan heta Rûdaw
Ji sala 1990 de ez di nava karê medyayê de me, ji rojnameya Berxwedan bigirin (li Almanya bajarê Dusseldorfê derdiket, ez tê de edîtorê kurdî bûm), heta bi televîzyona Med-TV, Medya TV (1995) û heta niha Rûdaw.
Mirov bi wicdan biaxife, dezgeha ragihandinê ya ku mirov dikare bêje, ez bi azadî, profesyonel tê de xebitîme û ez pê hesiyame ku bi rastî di dezgeke mezin ya medyayê de kar dikim, Rûdaw e, dezgeheke cidî ye, profesyonel e, ji hizbîtiyê dûr e, ji kînê dûr e, hewl dide pir bi balans kar bike û ragihîne, Rûdaw e.
Rûdaw di demeke kin de bi serket û bû televîzyoneke wiha ku bala her kesî bikişîne ser xwe. Em êdî logoya Rûdawê li her derê dibînin û di gelek ajans û dezgehên medyayî yên cîhanî de Rûdaw weke çavkaniyeke nûçeyan tê nîşandan.
Ji ber vê yekê gelekî normal e ku mûçeyê Rûdaw dide karmendên xwe, cudatir be, Rûdaw êdî prestîj e.
Rojnamevanek çi dixwaze?
Di dezgeheke bi ittîbar de kar bike, çi rojname, çi radyo çi jî televîzyon, tê de bi qîmeta xwe bihese, tê de xwe bibîne û di wê dezgehê de, bikaribe mezin bibe û bibe markeyek, bibe hêzeke ku bikaribe bandora xwe çêbike, xwe li cihê rast bibîne… bikaribe li her derê were dîtin, gotina wî bi tesîr be, were guhdarîkirin, were hezkirin… ji bo rojnamevanekî ev tişekî mezin e, ji ber vê yekê dema ku ji min dipirsin, Rûdaw çi da te? Rûdaw çiqas miaş dide te? Ez jî ji wan re dibêjim, Rûdawê ew tişt dane min.