Lîwa Ezîz Weysî di vê hevpeyvîna dirêj de ku piştî têkdanên li wîlayeta Silêmaniyê hatiye kirin pirtir wekî siyasiyekê daixive û bala hinek partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê dikişîne ser krîza heyî û xeterên li ser miletê kurd.
Pirs: — Li devera Silêmaniyê gelek hêriş hatin ser baregayên Partiya Demokrat ya Kurdistanê. Şeş kes di van hêrişan da hatin şehîd kirin û gelek jî brîndar bûn. Bi dehan barega hatin şewitandin. Tu wekî fermandeyekî pêşmerge, van rûdanan çawa hildisengînî?
Ezîz Weysî: — Ew rewşa rûdayî, dilê mirovan dêşîne; dîmenekê gelek nexweş e, û sim‘eteka nebaş dide Kurdistanê, kartêkirineka xerab ya madî û me’newî ya zêde dide milletê Kurdistanê, layê psîkolojî ve jî, psîkolojiya mirovan têkdide. Ev ne çareserî ye, belê xirabtir lê dike. Ew qeyran kûrtir dibe û ji bo vê jî, daxwaz û hêviyên me ew in ku siyasetmedarên me baştir hizir bikin, li her pêngavekê da hîsabî bo gelê xwe bikin. Ji wê zêdetir, hisabê xwe bo rewşa ewlehî û zirufên em tê da bikin. Û bizanin, ew tiştên ku dibin, dijminên kurdan dilxweş dikin, moralekê didin wan, cesaretê didin wan ku zêdetir pêş da bên. Ew şansekî jî bo xwe bibînin ku kurd di nava xwe da nakok bin da wan berdin yek, û ew jî bi rehetî dê bikarin hêrişê bikin. Îro li ser Kurdisatanê gefeka mezin heye. Ev gef ne ku bi tenê girtina erdî yan jî gorankariyek e; ev gef beramber gelekî ye. Dujmin hov in û dixwazin mirovên li ser vî erdî bikujin û yên dî bo xwe bikin xizmetkar û bi kar bînin, jin û xwişk û dayikên me bo xwe bibin. Ew bi eqliyeteka hinde xirab û dirinde ne; û ew rêkxistineka giştî ya navnetewî ye. Û divê tu pêşrêziyê bidî xweparastina ji vê wehşgeriyê. Heke me divê em gorankariyê bikin, divê em di demê pêwîst û minasib da wê bikin. Heke ew hewlên gorankariyan bibin sebebê ziyanê û ziyanbexş bin divê em xwe jê dûr bikin, herçend modern û pêşkeftî jî bin. Eger ev gorankarî di vê demê de li dijî me bin pêwîst e tu dest jê berdî heta ku zemînê wê gorankariyê têt.
Pirs: — Tu dibêjî ev gorankarî ziyanbexş bûn?
Ezîz Weysî: — Niha, hûn dizanin, Kurdistan di dîrokê da ji hemû wextekî zêdetir pêşkeftiye, cenabê serokî li ser du xalên serekî di vî demî da rawestiyaye, û Hikûmeta Herêmî jî di gel da: Yek; aboriyeka azad, û du; wê babetê serxwebûna Kurdistanê. Serokî ev babet biriye nava ser mêzên welatên dî û dewletên zilhêz wek Emrîka, Rûsya, Ewrupa û gelek welatên din. Diyar bû xelkek jî êdî gehiştiye wê qenaetê ku milletek li Rojhilata Navîn heye, cografya wî diyar e, taybetmendiyên wî ne wek milletên din in. Û zulm li vî milletî hatiye kirin, mafê wî ye li ser axa xwe bibe xwedî kiyanên xwe û îdareya xwe ew bi xwe bike. Ev cografya ku navê wê Kurdistan e, bi taybetî di Başûr da gelek pêşkeftiye… Belê ew ên naxwazin Kurd bigehine van armancan, berdewam in bi tîjkirina şûrên xwe, da ku rê li pêşiya Kurdan bigrin. Ew neyar gehiştîne qena’etê ku zehmet e bo wan careka din bi leşkirên xwe bên Kurdistanê dagîr bikin. Lewma ez dibêjim; Daiş jî planek e vê projeya rêgirtina Kurdan, lê ew proje biser neket û Kurd bûne yek ji qaremanên dinyayê. Dinya hemî êdî pêşmerge dinasin û li hemî dinyayê êdî pêşmerge wek sembolek çevengel tê nasîn, bi qehremanetiyê tê nasîn. Ewên ku neşên vî karî bi Daişê bikin, bi van rûdanan dikin. Ji aliyê din ve, Daiş bi xwe gefeka giştî ye li seranserê dinyayê. Hemû welatên ku xelîfetiya Daiş qebûl nakin, armanc in bo Daiş.
Îro Kurd berevaniyê bitenê ji xwe û axa xwe nakin, berevanyiê ji hemû milletên dinyayê dikin. Digel vê da jî, herçend ku ne dewlet in, kurdan karîye di vê rewşa aborî û siyasî û ji hemû aliyan xerab da, ji dewletên dewrûberên xwe zêdetir penaber werbigrin. Erebên deverên jêr destê Daişê û heta yên deverên bin kontrola Hikûmeta Merkezî, hatîne li vê derê binecih bûne, da ku Kurdistan aramtir e. Bo penaberên Kurdên Êzdî, bo Mesîhiyan, bo kurdên Şebek û bo hemû ew xelkên ku deverên wan ji aliyê Daişê ve hatine dagîr kirin yan jî gef li ser heye, Kurdistan bûye penageheka aram. Ewên ku ji Musil û ji dewruberên Musil revîne, ji hemû cihan bêtir Kurdistanê ewletir dibînin. Kurdistanê dikarî bi van derfetên xwe yên mitewazî gelek tişt pêşberî xelkî bike. Bo nimune, Surya di rewşeka xirab da ye, û ew xelkê ku ji Rojava yan ji Surya hatiye vêdere, rewşa wan ji ewên ku çûne Tirkya, Urdin, Libnan û ji deverên Iraqê jî baştire. Bi şahidiya herkesî, ev karên baş hatine kirin bi rêya hikûmeta herêmê. Hikûmeta ku li vê dawiyê hatiye çêkirin liser bingehên binkefrawan, ez dikarim bêjim tecrubeyeka weha ye ku li dewruberên me yan jî li Rojhelata Navîn nîne, – eger hebe jî ez nizanim. Lê bi hizra min, hemî partiyên başdar di hilbijartinan da û heta yên xwedî yek kursî jî, hemî bên beşdarî hikûmetê bibin, bitenê li Kurdistanê heye. Evane hemû amaje ne ku Kurd zêdetir bawerî bi aşitîya navxweyî û bawerî bi dîmokrasyetê heye. Ev jî bi hizra min bo Partî vedigere, çunke Partî 38 kursî hebûn û şerefa çêkirina hikûmetî bo wê hate dan. Mafekê siruştî ye ku Partî vî karî bike, di şexsê cenabê Nêçîrvan Barzanî da. Tê zanîn rêzdar Nêçîrvan Barzanî kesekî di warê hukimranî da kesayetekî navnetewî yê diyar e, ev xale baş tê dîtin.
Rewşa me ligel Iraqê hemû dizanin. Budca me hatiye birîn. Babeta petrolê gelek aloz e, ne hêsan e. Fişarên zêde hatin kirin liser mafê me yê derbarê sudwergirtina cewherên bin erdê Kurdistanê. Belê em hêj dewleteka serbixwe nînin. Ez wek leşkerekî berê xwe didimê. Ji ber ku em dewlet nînin, heta fîşekek bo me bê, gelek bi zehmet e; divê Iraq razî bibe liser. Sererayê ku Emrîkî, Elman, Frensî û hemû dewletên din, ewên hatine alîkariya me, heta niha ji ber ku Iraq razî nebûye, bo çekdarkirina me nikarin rasterast reftarê ligel me bikin. Petrol jî beşekê bi vî rengî ye. Iraq diçe mehkemê vedike û daxwaza mehkema federal ya Emrîkî dike ku em bêne mehkeme krin. Wan nevê ku em petrolê xwe bifroşin; ev çalakiye hin hêsan nîne, ewên di nava hikûmetê da kar dikin hemî baştir dizanin. Ez dîmenên ku dibînim, wek leşkirek berê xwe didimê.
Di şerê me yê Daişê da jî pareyekî zor tête serf kirin. Di şeran da pareyekî zor xeyalî diçe. Hemû dizanin, pêşrêziya me ev şer e. Belê rexmê wê jî, ew pêwîstyên me yên şerî, mûçeyên pêşmerge, ew xizmetguzariya bo brîndaran tê kirin û ji bo malbatên şehîdan têne kirin, gelo weku pêwîst in? Ez bêjime te, “ne”.
Ewiliyata me şerê Daişê ye, kî şerê Daişê dike? Pêşmerge dike. Pêwîst e çi bo bête kirin? Lazim e carê em wî techîz bikin, pirçek bikin, piştevaniya wî bikin, derfetan bo wan vekin, biçin rojane seredana malbatên pêşmergan bikin. Bila zarokên wan hest nekin ku bavên wan îro di cebhê da ne û bê xwedî mayne. Bila ew serfiraz bin ku bavê wan li wêderê ye. Em ligel wan zarokan biaxivin ku ew aram bibin ji aliyê derunî ve ku bikarin berdewamiya jiyana xwe bibin. Pêwîst e em alîkarî û seredana malên şehîdan bikin. Lê belê, dema ew ewiliyat li vêdere bin, nabe tu girîngî bidî hindek tiştên din ku ew tiştane derveyî qudret û îradeya hikûmetê ne.
Pirs: — Dibêjin di destê hikûmetê da heye û ew nake.
Ezîz Weysî: — Xelkî tehrîk dikin, bi derewan, dibêjin: “Welle pare di bankê da ye, belê nadin…” Ez yek nimûne bêjim: Carê rêveberê Banka Merkezî (wek ez dizanim ji Goran e, çûnkî berdewam şikayêt liser têne kirin), her cara em diçîn, meblaxên bo me hatine serf kirin, wan paran jî nade me, bi hênceta nîne… Baş e, eger pare heye, bo çi nade? Eger nîne, bo çi dibêje xelkî, “pare heye û nadene we?” Ev bi xwe nakokiyek e. Lê bingehê wê min got, diyar e nehezên Kurdan bi rêka Daişê jî nikarîn me ji nav bibin û dixwestin bi vê nakokiyê di nav me da kûr bikin. Ev role jî, bi zanebûn yan jî ne bi zanebûn, bi rastewxo yan jî ne rastewxo dikeve di xanekê da, ku xizmeteke bo Daişê. Bo çi? Ew pêşmergeyên di sengeran da ne, mirov çend qeder berê xwe bidê jî, ku ewana mirovên netewî ne û perwerdeya wan baş e, dilsoz in û canê xwe didin. Dema ew li Şingalê, li Xazir, yan jî li Kerkûkê şer dikin, tu berê xwe bide birayên wî di baregayekê Partî da berevanî dikin û xelkek diçe hêrişî dike ser. Dilê wî pêşmergeyê di sengerî da jî dişewite. Sererayê ku ew xwe dide kuştin, siyasetmedar jî liser kursîkan û payeyan û dabeşkirina desthelatê mijul in. Di vê rewşê da, moral û giyanê berxwedanê dikee li bin vê kartêkrinê. Çi li sengeran be, çi li baregayan be, hêrişkirina pêşmergeyan xizmetek e bo Daişê. Daiş kêfxweş dibe, dilê wî geş dibe, moral werdigre û zêdetir hêviya wî mezin dibe ku ew xwe ragire, heta derfet bê û ew armancên xwe yên xirab cîbicî bike. Pêwîste evane zor bi dîqet bête dîtin û bête pirsyarkirin.
Pirs: — Gelo te pêşbîniya van rûdanan nekiribû?
Ezîz Weysî: — Belê min ew rewşe zûtir dît, ez çûme def cenabê wezîrê pêşmerge, min bo diyar kir û gotê: “Gewrem, ez hatime carê rewşa leşkerî bo te bêjim. Rast e tu Wezîrê Pêşmerge yî, lê cihê te di siyasetê da jî diyar e, tu serkirdeyekî partyekê berçav î; û ev partî jî zêdetir ji parteka din hewl dide vê qeyranê pêş bibe. Ez nabêjm carê Goran xelet e, yan Partî xelet e, yan jî Yekîtî xelet e… Nabêjim kî dirust e, kî ne dirust e; sîstemê serokatiyê çi bibe yan jî nebe… Belê ev rewşe zirermende bo milletê Kurd, divê em rêkê ji vê rewşê bigrin ku çênebe. Rewşa heyî ya siyasî kartêkirinek liser deruniya hêzên me kiriye. Ez wek fermandeyekê leşkirî, ku hêzên min ku di sengerên pêş da, di berevaniyê da ne, hatime vê peyamê bigehînime cenabê we. Ez mecbur bûme hatime bo cenabê te bêjim, çêdibe hemû tiştên me ji dest me biçin, -bi xatira vî rengî ku siyaset tête kirin. Bo vê carê girîngî bidin ser tiştên yekem: ew jî parastina Kurdistanê ye; kengî Kurdistan gehişte aramyekê da, wî demî hêvî dikim ku milletê Kurd û siyasetmedarên Kurdistanê bikarin baştirîn sîstem kîjan be, wê helbijêrin bo Kurdan, ku zêdetir mafê hemû xelkê têda bête dan”. Ez di vê baweriyê da me ku cenabê wezîr jî liser vê qena’etê bû, lê nehate kirin. Çima nehate kirin? Diyare mîsoger derveyî destê cenabê wî jî bûye. Dîsa, peyama pêşmerge û serkirdeyên pêşmerge bo hemûyan diyar bû, ku em bi vê rewşê nerazî ne. Lê diyar e siyasetmedarên me bitenê hisab û î’tbarê bi xwe dikin, bo xelkê din nakin. Bi navê milletî daxivin, lê li gorî layengirên xwe tevdigerin.
Di rewşeka weha da kurd ji her wextî zêdetir pêwîstî bi serokekî heye. Lê kîjan serok? Ez dbêjm ew taybetmendiyên temam u mukemel mirov dibîne di şexsê cenabê serokî da. Ew dikare ji vê qeyranê me derbasî qonaxa serfiraziyê bike. Wekî ew keştiyeka ku ketiye di nava deryayekî da û sefîneyeka xirab û nebaş be, digel wê da jî kun-kun be û hêrşên çeteyên deryayî bo bêtin û ba-barove jî hemî ne dberjewendya vê geştê da bin, pêwîstî bi kê heye? Pêwîstî bi kapîtanekî heye ku hem xelkê li nava keştiyê aram bin û bawerî pê bêt, hem kapîtanî tecrube bî, hem cisaret hebî, hem dîtineka stratejî hebî, bikare te ji vê rewşê rizgar bike. Tu dê bo vî karî kî hilbijêrî? Ez bawer nakim hemî partiyên siyasî liser vê pirsê di wê baweryê da nebin. Îro serok Mesûd Barzanî pêwîstyeka dîrokî ye fer e, lê bikaranîna vê bo armancên siyasî tiştekî xirab e bo rewşeka neçaverêkirî.
Pirs:— Tu bawer dikî ku ew rûdan bi tehrîk û pîjkirina hinek aliyan hatine çêkirin?
Ezîz Weysî: — Baregayekê Partî çi peywendî bi qeyraneka aborî heye. PDK partiyeka diyar e û selahiyet û desthelatdariya wê jî li vê deverê diyar e. Tu desthelat î û tu nikarî bo xelkî tiştekî bikî… Lê bo çi tu berê xelkê didî cihekê din, û dibêjî “welle mafê we li vêdere ye, biçin wergirin…” Diyare ew kes çaverê dike ku tiştek bigehîte pêşmergê ku li vê derê ye. Ez agahdar im; erkekê wî li cebheyekî ye û şerê Daiş dike, û erkekê din tête wê derê da. Tu bi çi maf, bi çi niyet, bi çi cisaret, bi çi yasa diçî û hêrşê dikî û bi agirî wêran dikî? Kesên 12-13-15 salî tehrîk dikî ku agirî berdene baregayên Partî û ew bi xwe jî nav da bêne şewitîn. Eve tawaneka dîrokî ye, pêwîste evana bêne mehkeme kirin. Mesele bitenê ne ev e ku tu digel da bî yan jî digel da nebî. Tu tehrîka xelkî dikî, li ber çavên me di televîzyonê da xîtabekê demê tu didî, xwîn jê dibare. Pêwîste xelkê me mehkema van bike, êdî bila xelk bizane ka merema wan çi bû.
Li 17ê Şubatê me hêvî dikir careka din ev tecrube dûbare nebe. Wê demê dixwestin rewşa derve bînine Kurdistanê û sûd wergirin ji kêmasî û lawazî û gendeliya hindek kes û karan da. Şûna ku ji van pirsgirêkan çareseriyê bibînin, ew bayê ku ji derve dihat bi navê Bihara Erebî, dixwestin vê rewşê jî bo me bînin û Kurdistanê bidin ber bayê Ereban. Belê eger hatiba serkeftî bana? Ew çewa dibû? Em li Kurdistanê da di çi rewşê da bûn? Divêt yek-yek mirov biçe destên wan kesan maç bike, ewên wê rojê berevaniya yasayî dikirin da ku Kurdistan negehîte di vê rewşê da. Eger em jî liser bayê Suryê çûbana, – ku em dewlet jî nînîn -, gelo rewşa me jî gehiştiba çarenivîsekê reş? Lê me rê li pêşiyê girtin, ew asayîş û pêşmerge ku parastina destkeftinan kirî, rastî jî cihê rêz û teqdîrgirtinê ne, pêwîste milletê me vê rastyê bi başî bizane û bo bête ron kirin.
Pirs: — Gelek baregayên Partî hatin şewitandin. Li Kelar pêşmergeyek û kadirekî Partî hatiye şehîd kirin. Gelek rexne tên ku gulebaran ji aliyê kesên di nava baregayan da li ser xwenîşanderan hatiye kirin. Tu li ser vê çi dibêjî?
Ezîz Weysî: — Eger yek biçe hêriş bike, ewê têda jî mirov e. Ma ewên li nava baregayan da ne hemwelatî û mirov in? Bo çi xelkê ajaweger maf hebî hêriş bike û agirî berde? Û me bi çavên xwe dîtin, ew mawê 17ê Şubatê li gelek deveran agir berdidan pêşmergê û pêşmergeyî xwe diparast; belê gelek zehmet e tu hedarê bikêşî, kabra bê agirî berde te û hemû aliyekî, normal nîne û tawanek e; te jî maf heye ku berevaniyê bikî û eger ew bo kuştinê tê, te jî maf heye bikujî jî. Her mirovek maf heye parastina xwe bike; her yasayek di cîhanê da, demê tu bibînî yek hatye yekî bikujî, mafê rewa yê wî heye xwe biparêze. Bi berekî mirovekî dikujin. Kadirekî Partî bi berekî şehîd kirin li Kelar. Bila rondikên tîmsahan liser vî xelkî nerêjînin. Ewên diçin hêriş dikin ser cihekî, ber dest da, agir dest da biçin hêriş bikin; û ewên bi vî şêwazî xelkî dkujn, bi raya min bêne mihasebe kirin, hevalên wan jî bêne mihasebe kirin. Ewê tehrîk dike jî tawanbarê serekî ye. Ew pêşmergeyên ku di hêrişê ser baregayan da hatine şehîd kirin, û hem jî kesên 13 salî ku hêrişî bareka kiriye û têda hatiye şewitîn, tehrîkkar bikujî herdukan in. Ewan pêwîst e bêne mahkeme kirin û hisab jê bête wergirtin. Rojek dê dîrok hisabê ji wan wergire. Ew rewşa bi vî rengî afirandî, xizmeta Daişê jî dike, weku min pêş da got.
Pirs: — Tu dibêjî pêwîst e ew bêne mehkeme kirin; mebesta te çi ye ji mehkemekirinê?
Ezîz Weysî: — Pêwîst e êdî yasayek bête çêkirin. Ew kesên van karan dikin, ew partiyên siyasî ku dibin egerê vê ajarê, divê rê li wan bête girtin. Pêwîste partî destur ji Wezareta Navxo wergirin. Jiber Rûdanen weha metirsî ne li ser ewlekariya netewî.
Bi qena’eta min, wek hemwelatiyekê kurd ez berê xwe didemê, Goranê bawerî bi reforman nîne. Wan divê sîstemê Kurdistanê li gorî şêwazê wan bête guhertin. Wan divê îdareya Kurdistanê bikin û bo wê jî dû xalên gring hene: Her ji navê wan diyar e: Goran, – yanî bawerî b refurman nîne. Duwem jî, sloganên wan dest pê dikin bi peyva “birûxin!” Eve herdû delîl in ku ew naxwazin çareserî bi rêka refurman bî.
Dema wan nekarî desthelatê biguherin, hewl dan qena’etê bi desthelatdarya herêmê bikin û bên beşdar bin di hikûmetê da. Hizra wan ew bû ku eger ew bêne nav hikmetê, dê îsbat kin ku ew ji xelkê din baştir in û dikarin her daxwazeka hevwelatiyekî cîbicî bikin. Xwendina wan jî wî demî ew bû ku rewş dê baştir be, aborî dê baştir be, aramî û seqamgêrî dê hebe û ew tiştên ku destkevin, hemî bo xwe hisab bikin. Lê dema hatîn, şansê wan Daiş hat û rewş xirab bû, peywendiya aborî ya herêmî ligel Iraqê xerab bû, budce hate birîn. Gelek bi zehmet bû heta petrol bête frotin û parê wê bête Kurdistanê. Qeyrana aborî çêbû û ew daxwaza wan nehate cih, Goran nkarî tehemmula berpirsiyaryê bike beramber alîgirên xwe. Ev ne wekî babetên din e; dema tu rêveberiya xelkî dikÎ, pêwîste tu bê desthelatê da û berpirsayetiya wê werbigrî. Lê dema ew bûn desthelat, zanîn dema opozîsyonbûn ne wekî dema hukimranyê ye. Rêveberyatî weha bi hêsanî nîne. Demê opozîsyon tu dikarî hemû tiştekî rexne bikî û her tiştî bêjî, lê dema tê desthelatê da, tu bi xwe dibînî ku ew tiştê tu dibêjî hemû wekî wê nînin. Jiber vê çendê, gotinên ku wan kirin ku karê ku diviya ew encam bidin, kete nava nakokiyê. Ew jî revîn ji rastiya ku têda ne, êdî li hêcetan geriyan. Şûna ku ji milletî re bêjin: “Xwe ragrin! Eve axa me ye û welatê me ye, divê em têda yan bijîn yan bimirîn; hemî eve cihê me ye û bo çi em biçin li welatên xelkî bijîn? Wan bi xwe welatê xwe ava kiriye; ewan jî qeyran dîtîne, lê her wan mirovan ew welat ava kiriye û ne bo me ye; bila em neçîne wê derê û xazxazokiyê û qereçitiyê bikin, ku xelk me xwedî bike, xêra bi me bike… Erdê me heye, welatê me heye, bo çi em welatê xwe ava nekin?”
Nexêr, ewana dixwest guneha derketina ji Kurdistanê bidine vê rewşê û hemî lomeyan bêxine ser desthelatê da. Ez nabêjim hemû desthelata Kurdistanê baş in yan jî hemî tiştên heyî em jê razî ne. Min jî wek her welatiyekî vî welatî rexneyên min hene, bes ev erd erdê me ye, ev desthelat bi rêka hilbijartna ye; nabe ku bi her rengekî yan şêwazekî metirsyekê li ser ewlekariya me ya netewî bê çêkirin.
Lewma jî pêwîst e ewiliyatên me bo parastina Kurdistanê bin û bo şerê Daişê bin. Em baweriya xwe bi serkirdayetiya xwe bînîn û li dewrên wê kom bibin û berevaniyê bikin. Kengî em gehiştîne aramiyekê da, em dikarin careka din binêrin û arîşeyên navxoyî çareser bikin.
Mirov berê xwe bidê, du welat demokrat in, belê di nava xwe da her yek bi şêwazê xwe demokrasiyetê bikar tîne. Du wulatên sosyalîst, Yekîtiya Sovyet û Çîn, çi caran wekî yek hukimraniya xwe nekirin; çûnkî her yek bi siruşt û rewşa xwe rêve çûye. Dema xwe da hûn dizanin, yek ji wan nakokiyan di navbera Stalîn û Mao da hebûye, ev nakokî li ser vî bingehî derketiye. Rûsya diviya hukmê Çînê bi şêwazên Sovyet bête kirin, lê diyare her welatek taybetmendiya xwe heye. Tu nikarî siyasetê wek qalibekî bînî û liser welatê xwe ferz bikî. Tu pêwîst e zêdetir kûr bî û zêdetir lêkolîna vê rewşa xwe ya cografî, aborî, mirovên xwe, têgehiştina wan, rewşenbîriya wan, her rengekî bikî. Tu dikarî liser vî bingehî sîstemî bidanî, tu dewletek jî nîn î, tu girêdayî desthelata merkezî yî… Heta tu vê qeyranê derdêxî, ew hêz û dema xwe terxan bike bo vî karî. Pêwîst e tu zêdetir bi dilsozî nêzîk bibî.
Vê qeyranê xizmeta kurdayetî nekiriye, xizmeta şerê parastina milletê kurd û Kurdistanê nekiriye. Navê bilind ê ku Kurd û pêşmerge gehişitîne û demokrasiya ku li Kurdistanê heye, hemû dinya dibîne. Bo çi tu teşhîrê Kurdistanê bikÎ? Bo nîşana xelkî bidÎ ku ew xirab in û nebaş in? Bo bêjî nîzamekî xirab e û dirust nîne? Eve çi xizmetê bo Kurdistanê û Kurdayetiyê dike? Evan hemiyan bi raya min pêwîst e pêdaçûnek têda bête kirin. Hêvîdar im di wextekê nêzîk da aştiyeka dirust û rast bête kirin û hemî milletê me bi yek nîzam û yek dil biçin û Goran jî divê eqliyeta xwe bighore û baweriyê bi hindê neyne bi markisîzma klasîk ku li erdekî qeyran çend kûr bî, derfeta hej zêdetir gorankariyê û şoreşê çêdibî, wekî ew dibêjin… Desthelata me çûnkî bi rengê demokrasî, bi rengê dirust bi rêve diçe. Em dikarin bi rêka kesên zana û dirust û dilsoz reforman bikin. Ew kesên desthelatê da jî dê di karê xwe da şareza bin û aliyê wan ê dilsozî jî jiberçav bête derbas kirin. Herwesa pêwîst e jî çavdêrî bête kirin, çûnkî gotinek heye dibêje “tu baweriyê bo xelkî bînî gelek gring e, lê çavdêriya wan gringitir e.”
Pirs: — Xelkê Hewlêrê zêde ligel vê tehrîkê nebûn, bi raya te egera wê çi bû?
Ezîz Weysî: — Bi vê rewşê, aboriya Kurdistanê baş bû yan jî xirab bû? Ez wek nimûne bo te bêjim, xelkê Hewlêr kasibkar e û rewşa wî gelek baş e. Û ew sûd ji vê emniyet û seqamgêriyê wergirtye; gelek rêk û derfet bo peyda bûne ji bo jiyana xwe û aborê xwe baş bike. Tenya mûçe kaniya jiyana wî nîne, beşeke zor li sektorê xizmetê da kar dike, beşeke li hotêlan kar dike, beşek bi xwe erdî dikire û difroşe û bi her rengekê hebî… Heta xelkê ji derveyî Hewlêr sûd jê wergirtiye, li bajêrên din jî bi heman şêwe… Eger ew bêjin xelkê Hewlêrê tirsonek e, yan ne nêgehiştye lewma naket, berovajî wê çendê: Xelkê Hewlêr berjewendya xwe û ya milletê xwe jî têgehiştiye. Eger mûçe nehate dan û ew biçe rêkê li hikûmetê bigre, dê karê wî jî tête rawestandin. Çêdibe ku carê hikûmet nikare mûçe bide, belê derfeta karî heye. DemA mamosta diçin xwepêşandan dikin, kî zerermend e? Zarokên wî û zarokên xelkê din jî zerermend in. Dema doktor neçe nexweşxanê, kî zerermend e? Ew nexweş ji kî derê tên? Gelo Daişî li dibistanên me dixwînin, yan nexweşên Daişê têne dermankrin, yan jî xelkê me bi xwe ye? Ji bo wê, lazim e tu çareseryeke bigerî ku xizmetê bike û ne zererê bide. Xelkê Hewlêr û xelkê din jî birastî baş têgehiştî ne û xelkê Silêmaniyê jî ne hemî ne ku ajawekarî dikin. Ewê ajawekarî dikin xelkekî diyar û kêm in û Goran in. Û zor diyar in û hatine tehrîk kirin û hindek jî bi gefan vî karî dikin.
Pirs: — Di ragehandinê de hatiye behs kirin, ji bo şerê di navbera Partî û PKK-ê tehrîk bikin, hindek alî ala PKK-ê di nav xwepêşanderan da bilind kiribûn. Tu çawa şirove dikî?
Ezîz Weysî: — Ew rûdanên ku zerer daye Kurdistanê û têda ala û sloganên PKK-ê hatîne bilindikirin… Ez dixwazim ji PKK-ê ku van kesan gazî bikin û mihaseba wan bikin. Hindî em bikarin birînên xwe çareser bikin û kûr nekin. Em nehêlin birînên kevin u nakokiyên siyasî bigehine astê şerê navxoyî û xwekujî dest pê bike; wek cenabê Serokî fermoyî, “divê êdî xwîna Kurdekî bi destê birayê wî yê Kurd bête heram kirin”. Bo çi dema li erdekî delîveyeke bibînî tu hêrişê bikî yên beramber xwe? Şerê siyasî yê di navbera hizbên Kurdî da careka din nehêlîn dubare bibe. Nebine zemînê şerrê navxoyî bo careka din, pêwîst e em destê xwe bidine yek û bo serkeftinê em kar bikin.
Pirs: — Gelo rast e ku Goran bi nameyekê daxwaz ji pêşmergeyan kiriye ku cebheyî berdin?
Ezîz Weysî: — Ez niha fermandê Hêzên Pêşmergên Zêrevanî me û Partî ev poste daye min. Lê hîç carekê karî bi şêwazê hizbî nakim. Pêşmerge lazime pêşmergê Kurdistanê bî, û bi vî şêwazî pêşmerge tête perwerde kirin. Goran bi xwe propagande dike ku hizbên siyasî pêşmerge nebin; em hemî jî ligel vê baweriyê da ne, kar jî bo hindê dikin. Tu li hemî Zêrevanî bigerî, to şî’arê partî nabînî; û eger yek hebî, em mihasebe dikin, çûnkî em bo hikûmetê kar dikin. Em rêkê li kesê nagrîn hizra wî çi bî yan jî bi kîjan rêkxistinê ve girêdayî bî, belê dema têt karê xwe dike, lazim e bi leşkirî karê xwe bike.
Di aliyê din da, bawer nakim pêşmerge guhê xwe bidetê. Pêşmergê ku bergirya Kurdistanê dike, guhê xwe nadete partiyeka siyasî ku bêjî cihê xwe berde û rêkê li pêş Daişê veke. Niha Partî emrî bi min bike û ez niha li cebhekî bim û şerî bikim, heke bêje ji bo xatira armanceka siyasî bergirî ji Kurdistanê neke, ez wê telîmatê cîbicî nakim. Rast e Partî ev poste daye min, belê karê min ligel wezîrê navxwe ye û wezîrê pêşmerge ye. Cenabê wezîrê pêşmerge Goran e û ez Partî me, belê çi caran ne min bêrêziya wî kiriye û ne jî emrê wî dişkînim. Ez eskerek im.