Peyamnêrê Rûdawê ji Şingalê ragihand: “Hêzên Pêşmerge ji hemû aliyan ve êrişî bajarê Şingalê kirin û derbasî nava bajêr bûn û di serî de taxa Nesra, Salyoya û navenda PDKê û navendên hikûmî kontrol kirin.”
Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Nasir Elî ragihandibû: “Li cihna şerê kolanan qewimî. Hêzên Pêşmerge ala Kurdistanê li ser xanî û navendan tê bilindkirin. Moralê Pêşmerge pir bilind e. Hêzên Pêşmerge bi taybetî pêşmergeyên êzîdî dîlanê dikin û dibêjin bijî Pêşmerge bijî Barzanî.”
Fermandarê Pêşmerge Aştî Koçer ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge piraniya bajarê Şingalê kontrol kirine û niha dê bajêr bi temamî paqij bikin, ji ber ku dibe hin birîndar tê de mabin.”
Duhî danê sibê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û alîkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û karîn Şingalê dorpêç bikin.
Li gorî peyamnêrê Rûdawê “Şevê din 15 çekdarên DAIŞê dixwestin xwe nêzîkî Şingalê bikin da ku êrişî Pêşmerge bikin, lê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li wan dan û hemû kuştin.” Rûdaw