Serrûpel Nûçe “Dev ji çekan berdin siyasetê bikin!”

“Dev ji çekan berdin siyasetê bikin!”

Belav bike


General Weysî fermandariya Zerevanî ya  pêşmergeyan dike, ku bi taybetî hatine perwerdekirin û di heman demê de bi nêzbûna xwe ya bi malbata Barzanî re tê naskirin. Weysî di têkoşîna bi terorê re de peywirên krîtîk digire ser milê xwe û di eniyên herî dijwar de peywir digire ser milê xwe. Weysî niha jî li ser daxwaza Barzanî navçeya Şingalê ji êrîşên terorê diparêze. Weysî daxuyaniyek da nûçegihanên AAyê û hebûna PKKya rêxistina terorê û têkiliyên Tirkiye û hikûmeta herêma Kurdistanê nirxand. 

Weysî got PKK dixwaze li Şingalê kantonan ava bike, bi tundî rexne kir û got ku hebûna qismî ya rêxistinê ya li Şingalê derbasdar e, dezgehên hikûmeta Kurdistanê dê di demek kurt de dest bi karên xwe bike û piştî ku gel jî vegeriya malên xwe dê her tişt normalîze bibe. 

Weysî got “Ji bo me parastina Şingala ku me ji DAIŞê xilas kir pirsgirêk nîne. Em niha plan dikin ku pêvajoyeke nû bidin destpêkirin. Hikûmet dê dest deyne ser rewşa li Şingalê û wê dawî li aloziyan bîne. Dê parastina wê jî tenê pêşmerge bike. Em li bendê ne ku di vê mijarê de Tirkiye jî alîkariya me bike. Tirkiye ji bo ku Şingal bê avakirin û baştir bê parastin divê arîkariya hikûmeta Kurdistanê bike. Êzdiyên li Tirkiyê jî divê vegerin warên xwe.”

Weysî destnîşan kir “Kesên wisa difikirin ku dê ji zeafan sûd wergirin û diziya serkeftinê dikin dê nekarin li Şingalê star bin.” û wiha axivî: 

“Her kom dikare ku logoya li avahiyeke vala bixe û bibêje ku min ‘Şingal’ rizgar kir. Lê belê heqîqata mijarê ev nîne. Va ye vir e, diyar e ka kî Şingal rizgar kiriye û diparêze. Li cihê ku em lê ne her dem bi fuzeyên Katyûşa û topan êrîşî me dikin. Hûn dengan dibihîzin. PKK zarokan îstismar dike û dixwaze ku ji rewşê sûd wergire û ev yek gelek nebaş e, ev ciyawaziya di nav kurdan de zêdetir dike.”

Weysî destnîşan kir ku Şingal ne bajarekî Sûriyê ye û PKK li gor daxwaza dilê xwe wê nikaribe li herêmê tevbigere û wiha axivî: “Şingal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Sînor û palpişteke qanûnî ya her welatekî heye. Vir meşrûiyeta me ya qanûnî û girêdana me ya ji hikûmeta navendî ya Iraqê re heye.”

– “PKK dixwaze ku têkiliyên me yên bi Tirkiyê re xira bike”

General Weysî diyar kir ku têkiliyên wan ên bi Tirkiyê re baş in û Tirkiye ji bo wan welatekî girîng e û wiha axivî: 

“PKK dixwaze ku têkiliyên Tirkiye û herêma Kurdistanê xira bike. Tirkiye ji bo me welatekî girîng ê cîran e. Em ji aliyê aborî û siyasî ve girêdayî hev in û têkiliyên me baş in. Tirkiye welatekî NATOyê ye û em nikarin girîngiya wê înkar bikin. Ma mirov dikare meqûl bibîne ku hin kes bên û têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re yên ku gelekî baş in, xira bikin? Bi tu awayî nayê qebûlkirin ku Herêma Kurdistanê di şereke li dijî Tirkiyê de bikin qada şer.”

Bangî kurdên li Tirkiyê kir

Weysî xwest ku kurdên ku li Tirkiyê dijîn rola xwe ya eslîn bilîzîn û dijî polîtîkayên xelet ên PKKyê derkevin û wiha axivî: “Kurdên Tirkiyê di mijara ji xeletiyan vegerînê de divê tehdeyê li aliyên eleqedar bikin. Em hemû ji bo karên rast xizmetê dikin lê ne mimkûn e ku em li hember xeletiyan bêdeng bimînin. Xeletiyên ku PKKyê li Şingalê kirin wisa ne ku mirov nikare tehemûlê wan bike. Ez hêvî dikim PKKyî fehm bikin ku kirinên wan xelet in. Ji ber ku ne wateyeke kirinên wan heye ne jî feydeya wan heye. Hewldanên bi vî awayî ji bilî zirarê tu tişt nadin kurdan, Kurdistan û Şingalê.”

Heke qenalên siyasî vekirîbin çima şer dikî

Weysî got “Destketiya herî mezin a kurdên li bakurê Kurdistanê ew e ku dikarin li parlementoyê siyasetê bikin. Madem ku qenalên siyasî vekirîne, ew çax divê ku ev rêbaz bê xurtkirin û piştgiriyê bidinê” û wiha axivî: “Şer ji ber nekêrhatîbûna derfetên siyasî derdikeve. Lê belê heke ku şert û mercên kirina siyasetê hebe û tu bikarî van şert û mercan bi kar bînî çima şer dikî? Ev di serê her kesî de pirsek e û ez rica dikim ku gelê me vê mijarê baş bifikire. Tabî kî her kes di ramana xwe de azad e, ez jî vê wekî nêrîn û fikra xwe bi xwe dibêjim. Bi qasî ku ez siyasetmedarên me dişopînim ew di vî warî de nêrînên xwe diyar dikin.”

– “PKK hemû partî û rêxistinên din ên kurdan tasfiye kir”

Weysî bi bîr xist ku PKK ji roja ku hatiye damezrandin pê ve bi hemû kom û partiyên siyasî yên kurdan re şer dike û wiha axivî: 

“PKK dixwaze ku li tu derê hêzeke ji bilî wê dernekeve û nexebite û ji bo astengkirina vê yekê jî serî li her rêyê dide. PKK ji sala 1978an a ku hat damezrandin pê ve, hemû rêxistin û partiyên siyasî yên kurdan ên li Tirkiyê tesfiye kirine û nehiştiye ku ew hebûna xwe berdewam bikin. Ji hemûyan re jî etîketên wekî reformîst, oportunîst, paşverû û xaîn li wan kirine. Bi partiyên din ên li herêmên din ên Kurdistanê re şer kiriye. Niha jî wekî ku hûn dibînin midaxaleyî Şingalê dikin û hewl didin ku wir bixin bin bandora xwe. Hemû aliyên li Kurdistanê divê bi hev re tevbigerin û dijî lêferzkirinên PKKyê dengê xwe derxînin.”

Weysî li ser pirsa “Hûn dê navçeya Şingalê çawa ji êrîşên DAIŞê xilas bikin?” ev bersiv da: 

“Em dijî êrîşên DAIŞê ji bo bergiriyê hendekan dikolin. Ji ber ku hêz û derfeteke vê rêxistinê ya gor xwe heye. Em jî li gor hesabên xwe vê dikin û bergiriyan digirin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku sînora me ev der e. Ji bo Kurdistanê tehdît çi dibe bila bibe em ê biçin wir û ji destê DAIŞê bistînin. Em dixwazin ku bila her kes vê yekê bizane, em dê hemû herêmên ku ji bo Kurdistanê tehdît in dê ji terorîstan paqij bikin.

– Operasyona Mûsilê 

Weysî di nav yekîneya operasyonê ya ku amadehiya plana xilaskirina Mûsilê dike de cî digire. Weysî îdia kir piştî ku Şingal paş ve hat sitandin DAIŞ ket tengasiyê û wiha axivî: “Ez wisa difikirim ku piştî paşvesitandina Şingalê moral û wêrekî hat hikûmeta Iraqê. DAIŞ ketiye rewşeke xirab, her ku diçe milîtanên wê dimirin. Ez dikarim bibêjim ku şervanên li Mûsilê jî dê demek kurt de tesfiye bibin.”

General Weysî der barê destpêkirina operasyona Mûsilê de got ku “Dema ku hikûmeta Iraqê amade bû, operasyon dikare dest pê bike. Pêşmerge ji bo vê yekê amade ye. Birêvebiriya Bexdayê ji ber ku bi Ramadî û herêmên din re mijûl e dibe ku pêvajo dirêj bibe. Lê belê ez wisa difikirim ku dê di demek kurt de dest pê bike.”