Serrûpel Nûçe YNK jî bêrêziya PYD li hember alê qebûl nekir

YNK jî bêrêziya PYD li hember alê qebûl nekir

Belav bike

 

Endamê Pîlotbîroya YNKê Hakim Qadir Hemecan derbarê helwêsta fermî ya YNKê jibo rêgirtinê li hildana alaya Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê ji BasNews re got: “Divê rêz li alaya Kurdistanê wer girtin, jibe rev ala ya gelê me ye.“ herwiha tekez kir ku alaya Kurdistanê bi cudabûn alaya hemû kurdistaniyane û got: “Ew tiştê li Rojavayê Kurdistanê rûda, çênabe dûbare bibe, heger nakokî û cudabûn di vê derbarê de jî hebe çênabe bi vê riyê were çareser kirin, divê riyên guncaw werin dîtin. Herwiha divê rêz li alaya Kurdistanê li her derê Kurdistanê bê kirin jiber ew serweriya hemû kurdane.”

 

Di roja alaya Kurdistanê de hejmarek wilatiyên Rojavayê Kurdistanê xwestin ahingekê mîna kurdên herçar perçeyên Kurdistnê lidarbixin û alaya Kurdistanê bilind ragirin lê ew rastî rêgiriyê ji aliyê Asayişa Rojava ya li Girkê Legê hatin û ew bi avê reşandin û nehiştin çalakiya xwe bi aramî bighînin serî, ev yek ji aliyê gelek aliyên Kurdistanî ve hate şermezar kirin. Bas