Serokwezîr sersaxî ji malbata Yaşar Kaya re xwest
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber wefata siyasetmedarê kurd Yaşar Kaya, xemgîniya xwe nîşan da û sersaxî ji malbata wî re xwest.
Ariç cara yekemîn li ser klîpa xwe diaxife (vîdyo)
Ariç cara yekemîn li ser klîpa xwe diaxife (vîdyo)
Yaşar Kaya di 78 saliya xwe de wefat kir
Siyasetmedarê navdarê kurd Yaşar Kaya di temenê 78 saliyê de jiyana xwe ji dest da.
Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Yaşar Kaya, ku ev çend roj bûn li Hewlêrê bû, jiyana xwe ji dest da.
Çend rojan berê Yaşar Kaya li nexweşxaneya Par a Hewlêrê de hatibû razandin û roja îniyê (4ê mehê) jî hatibû derxistin.
Yaşar Kaya li mala xwe ya li “Gundê Înglîzî” ya Hewlêrê de xatirê xwe ji jiyanê xwast.
Yaşar Kaya kî bû?
Sala 1938ê li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bibû. Kaya sala 1959ê dema di beşa aborî ya Zanîngeha Stenbolê de dixwend, bi 48 kesan re hat girtin lê piştî sal û nîvekê hat berdan. Navê dosyaya wan wek “Doza 49” hat binavkirin û 10 salan dom kir. Sala 1965ê dersa xwe xilas kir.
Yaşar Kaya, sala 1968ê li ser heman dosyayê ji bo bajarê Konyayê hat sirgûnkirin lê di heman salê de dîsa vegeriya Stenbolê. Kaya li Stenbolê di gellek şîrketan de kar kir û bi bazirganiyê re mijûl bû. Sala 1991ê bû Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê (DEP). DEP sala 1994ê ji aliyê dewletê ve hat qedexekirin û hilweşandin. Ji ber doz û xebata siyasî, neçar ma biçe Ewropayê û li wir Parlamentoya Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW) ava kir.
Yaşar Kaya, ji sala 1994ê heta sala 2014ê li bajarê Frankfurtê yê Almanya ma, paşê derbasî Hewlêrê bû. 17ê Nîsana 2014ê jî vegeriya Tirkiyê.
“Pêşmerge jî di rizgarkirina Musilê de cih digirin”
Fermandarê Hêza Zêrevanî ya Wezareta Pêşmergeyan a Kurdistana Lîwa Behcet Teymez destnîşan kir ku ji bo rizgarkirina Mûsilê ji destê DAEŞ, wê artêşa Iraqê û pêşmerge li herêmên cuda şer bikin.
6 sal zindan ji bo Sara Kaya hate xwestin
Dozgeriya Mêrdînê di navbera 6 sal zindan ji bo şaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya xwest, ew ji ber ku beşdarî daxuyaniya Rêveberiya Xweser bûbû.
Kaya berê jî piştî ku demekê hatibû girtin, serbest hatibû berdan.
Hevdîtinên Cinêvî 14 Adarê dest pê dikin
Şanderê Navdewletî ji bo kirîza sûriyê Staffan De Mistura ragihand ku danûstandinên Cenêvê herî dereng wê 14ê adarê destpê bikin.
Berdevka şanderê navdewletî ji Medyayî re ragihand ku De Mistura bi niyete ku roja 14ê adarê dest bi danûstandinên Cenêvê di navbera şandên hikûmet û opozisyona sûriyê de dest pê bike.
Berdevka De mistura aşkere kir ku şanderê navdewletî dixwest ku danûstandin roja nehê adarê destpê bikin, lê bi gotina wê, şandên danûstandinan rojên 12, 13 û 14 adarê bighêjin Cenêvê.
Li gorî berdevka De Mistura, ev paşketin bi sedema hin hokarên lojestîk ên girêdayî pêşangeha navdewletî ya otomobîlan li Cenêvê ye.
Biro êrîşa li ser Şêx Meqsûd şermezar kir – vîdyo
Serokê ENKS êrîşa li ser Şêx Meqsûd şermezar kir
Lîsteya Girtiyên Kurd li cem Daiş li Reqa – Belge
Bêhtirî navê 28 girtiyên Kurd yên di zindanên DAIŞ de li Reqa eşkere bû. Piraniya wan girtiyan ji Kobanî ne, 2 kes ji wan ji Efrînê ne. Di nava girtiyan de, hinek doktor, muhendiz û karsaz jî hene. Yek ji girtiyan temenê wî 13 sal in, kalemêrekî 84 salî jî di nava girtiyan de ye. Li gor agahiyên taybet yên Rûdawê, yek ji girtiyan di bin îşkencê de dîn bû ye.