Serrûpel 2016 Nîsan

Arşîva mehane: Nîsan 2016

“Tirkiyê nahêle PYD biçe Cinêvê”

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, ragihand ku tenê Tirkiye li dijî beşdarbûna PYDê ya civînên Cenevê ye û divê ew welat were razîkirin.

Kurdekî ji Amûdê li Berazîlê hate kuştin

Kurdekî Rojavayê Kurdistanê, ku ew bi xwe ji xelkê bajarê Amûdê ye, li Berazîl bi destê hinek kesên nenaskirî hate kuştin û ev zêdetirî 10 rojane termê wî di beradeyê de ye û malbata wî jî bê çare maye nizane çi bike û çawa termê zarokê vegerîne welat. Kuştiyê bi navê Mihemed Sebrî Şêxmûs ku diya xwe ya nexweş xwedî dikir û bavê 3 zarok bû, niha malbata wî di rewşeke xerab de ye.

Bîroya Rojava li Swêdê hate vekirin (Vîdyo)

Li gor medyaya nêzîkî PKK, PYD li Stokholmê ofîsa xwe vekir û di merasîma bekirinê de berpirsiya YPJ Nesrîn Ebdullah jî amade bû. Heman jêder diyar dike ku wê Nesrîn Ebdullah ligel wezîrê berrevanî yê Swêdê hevdîtinekê pêk bîne û wê jê daxwaz bike ku birîndarên YPG li Swêdê werin dermankirin. Ofîs di warê fermî de bi navê Bîroya Rojava hatiye vekrin, yanî ne bi navê PYD.

Şerîfê Omerî li Almanya çi dike?

Raperê Kurd piştî ku demeke dirêj li Yunanê asê ma, û gelek zehmetî kişandin, xwe gihande Almanya. Şerîfo dibêje, ew neçûye ji bo ku li Almanya bimîne û wî dev ji welatê xwe bernedaye, ew tenê çûye ji bo ku mafê rûniştinê bistîne û bikaribe li dinyayê bigere û hunera xwe pêşde bibe û dinyayê bi hunera xwe û rewşa gelê Kurd bihesîne. Şerîfê Omer dibêje ewê vegere welat.

Di xeyalan de jî nayê çêkirin (Vîdyo)

Temaşe bikin lê hûn bawer nekin (Vîdyo)

“Li Şengalê Heşdî Şeibî alîkariya PKK dike”

Serbest Lezgîn berpirsê Şingalê , di hevpeyvîneke xwe de digel malpera Hewlêrê dibêje ku, yek çekdarê PKKê li çeperên pêşiyê yên bergiriyê li baskê Şingalê tune ye û hemû ew çekdarên PKKê hene li nava Şingalê û hin cîyên din mane û pirsgirêkan ji hevwelatiyan re çê dikin û avahiyên fermî yên hikûmetê dagîr kirine. Lezgîn wiha dibêje:

Hevpeyvîna El Cezîre ligel serok Barzanî – Vîdyo

Hevpeyvîna El Cezîre ligel serok Barzanî

Operasyonên Anfal li dijî Kurdan

Enfal navê komkujiyeke (tevkujiyeke) li Başûrê Kurdistanê ji aliyê sazûmaniya Baas ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê digire.

Teyar straneke nû derxist: Ma wê tim

Hunermendê Kurd Teyar Elî, ku li Kobanî ji dayîk bû ye û niha li başûrê Kurdistanê li Hewlêrê dijî, û bi deng û muzîka xwe xwediyê stayleke taybet e, straneke nû bi navê "Ma wê tim" derxist. Teyar, di sala 1979 de li Kobanî ji dayîk bû ye, li zankoya Helebê Edebiyata Erebî xwendiye û heta niha gelek stran çêkiriye. Ew hem muzîkjen e, hem jî bi xwe gotinên stranan dinivisîne. Teyar xwediyê kesayetiyeke hêmin û hezkirî ye. Gotin û awaz : teyar - Studyo û belavkirina mûzîkê: Semir Wartan Helbesta dawî: Evdal Ehmed Fotograf: Berxwedan Xêrzada

Pêşengeha Lamara Mîrangî (vîdyo)

Tosinê Reşîd - 17 - ê meha Nîsanê, li serbajarê komara Gurcistan, bajarê Tbîlîsî, li xanîyê “Mala Kavkazê”, pêşengeha şêwekar Lamara Mîrangî, bi navê “Banga Jîyanê” vedibe. Di wê pêşengehê de dor 35 tabloyan wê bên raber kirin, ku janrên şêwekarîyê ye cihê hildigrin nav xwe.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com