Li gorî zanyariyên ku di medyayê de belav bûne, hikûmeta Sûriyê, bi rêkeftinê, bajarê Tedmurê ji destê DAIŞê derxist.
Derbarê vê rêkeftina di navbera hikûmeta Sûrî û DAIŞê de, behsa belgeyan tê kirin, ku bi rêya hin endamên DAIŞê hatine bidestxistin û belavkirin.
Di van belgeyan de hatiye ku derxistina Tedmurê ji destê DAIŞê li gorî rêkeftineke nihênî bû, bi awayekî ku DAIŞ çekên xwe yên giran ji Tedmurê derxîne û bibe parêzgeha Reqayê.
Endamekî ji Rêxistina DAIŞê cudabûyî, ji medyayê re tekez kir ku hevahengî di navbera hêzên alîgirên desthilata Sûriyê û DAIŞê de heye.