Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demiratş di civîna heftane ya Fraksyona HDPê di Parlamentoya Tirkiyê de û bi boneya Roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanî li ser mijara rakirina parêzbendiya parlmaneterên partiya xwe axivî.
Selahattin Demirtaş ragihand: “Parlamento îradeya gel e. Milkê partiyên siyasî nîne. Eger bi keyf û îradeya partiyên siyasî hevalên me parêzbeniya wan were rakirin û di dadgehan de bên girtin, hinge em dê hemû core helwestekê û hemû rêyan bi kar bînin.”
Selahattin Demirtaş herwiha got: “Eger gel bixwaze emê parlamentoyek din damezrînin.”
Demirtaş di destpêka axavtina xwe de got: “Îro Roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanî ye, lê belê ev roj li Tirkiyê tiştekî biyanî ye, çimkî li welatê me guvaşên berpirsên medyaya, guvaşên dadgehan û guvaşên hikûmetê hene û ji ji ber wê jî bi sedan rojnemavan hatin girtin û çarenivîsa wan hêj ne xuya ye.”
Demirtaş da xuyakirin: “Çend roj berî niha bi yasayekê 15 hezar polîs damezrandin. Li şûna ku mamosta, pizîşk û pîşeyên din damezrînin, polîs, komando, cendirme û cerdewanan didamezrînin, çimku hewl didin hejmoniya leşkerî û ewlehî ferz bikin û welat bikin serbazgeh û bi awayekê berdewam guvaşan li hemû aliyan bikin.”
Hevserokê HDPê destnîşan kir: “Cade tekane rêya rewa ya xebata civîl a partiya me ye û emê bi hêza cadeyê daxwaza û îradeya gel di parlamentoyê de nîşan bidin û emê dijatiya faşîzê bikin û emê dijatiya her hizrekî din bikin ku dijatiya rewatiya cadeyê bike.”
Selahattin Demirtaş got: “Li Amedê, Riha, Colemêrg, Şirnex û çend bajarên din ji çend mehên borî ve derketina ser cadeyan û xwepêşandan qedexe kirine, çimku ji cadeyê ditirsin.”
Di civîna piştî nîvro ya Parlamentoya Tirkiyê ya roja duşemî 2ê Gulanê de û herwiha di civîna Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Tirkiyê de ku gotûbêj li ser reşnivîsa proje yasaya rakirina parêzbendiya parlamenteran dihat kirin, şer û pevçûn di navbera parlamenterên HDPê û Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) de derketibû.
Li Tirkiyê 600 dosya o rakirina parêzbendiya 135 parlamenteran bo parlamentoyê hatine şandin ku zêdetir ji nîvê wan dosyayan li ser parlamenterên HDPê ne, ku 354 dosya ne.
Herwiha 179 dosya jî li ser Partiya Komariya Gel, 46 dosya li ser parlamneterên AK Partî, 17 dosya li ser parlamenterên Partiya Tevgera Netewperest (MHP) û 5 dosya jî li ser parlamenterên serbixwe ne.
354 dosyayên li ser HDPê li dijî 49 parlamenterên wê partiyê ne û eger parêzbendiya wan were rakirin û serdozgeriya giştî biryara girtina wan bide, tenê 10 parlamneterên HDPê di parlamentoyê de dimînin. Rûdaw