Serrûpel Nûçe ENKS li ser vexwendina wezareta derve li Mosko ye

ENKS li ser vexwendina wezareta derve li Mosko ye

Belav bike

Serokê ENKS Brahîm Biro û şanda li gel wî bi serdaneke fermî û li ser dawetnameya wezareta derve ya Rusya gihişte Mosko.

Hevdîtinên fermî ya di navbera şanda ENKS û wezareta derve ya Rûsya de, wê sibe dest pê bikin.

Kamîran Haco ji Mosko ji Rûdawê re ragihand ku ewê sibe bi cîgirê wezîrê derve yê Rûsya û şanderê yatbet yê serokê Rûsya, Mîxaîl Bogdanov re bicivin.

Şanda bi serokatiya Biro, ji berpirsê pêwendiyên derve yê ENKS Kamîran Haco û endamê komîteya derve ya Encumenê Siyamend Haco û çend endamên din pêk tê.

Di daxuyaniyeke taybet de Birahîm Biro ji Rûdawê re ragihandibû, ku di wê hevdîtina ligel wezareta derve ya Rusya de, ewê pirsa Kurdên Sûriyê û rewşa Sûriyê bi giştî bi hikûmeta Rûsî re gotûbêj bikin.