Serrûpel 2016 Tîrmeh

Arşîva mehane: Tîrmeh 2016

Emerîka û Tirkiyê li ser Munbicê li hev kirin

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlod Çawişuglu ,ragihand ku welatê wî û Amerîka derbarê çarenivîs û pêşeroja Munbicê de li hev kirine û Waşintonê şertên Tirkiyê qebûl kirine. Çawişuglu ret kir ku behsa naveroka rêketinê bike û bal kişande ser 120 koçberên Sûrî ku çûne tirkiyê ji ber bûyerên ku li Munbicê diqewimin û derbarê wergirtina wan koçberan de ragihand, Tirkiyê di wê baweriyê de ye ku navçeyeke aram ji bo koçberan li ser axa Sûriyê bê peyda kirine.

DAIŞ xwedî li teqîna Heseke derket (vîdyo)

Hate ragihandin ku teqîna li Hesekê, di encama êrîşeke xwekujiyê de pêk hatiye. Di êrîşê de zarok û jin jî di nav de 16 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Nifûsa 168 dewletan ji ya Kurdan kêmtir e (foto)

Kurdistan, durûtiya dezgehên navnetewî û em... - Nifûsa 168 dewletan ji ya Kurdan kêmtir e -

Asayîşê terorîstekî Turkmen girt (foto)

Di operasyoneke hevbeş a Ajansa Parastin û Asayişa Dihokê de kiryareke terorîstî li Başûrê Kurdistanê hat pûçkirin û terorîstek bi navê Ebû Fatîme hat girtin.

Şengal: Çend hêz hene? Çend kes in? Kî ne?

Li herêma Şingalê 7 hêzên cûda yên çekdarî hene û Qaymiqamê Şingalê jî dibêje ew tenê hêzên Pêşmerge û polîsên Herêma Kurdistanê bi fermî nas dikin.

Vî welatî navê xwe guhert û kir…

Komara Çek navê xwe guhert û kir Czechia (Çekya). Li guhertina navê xwe, Çekya Neteweyên Yekbûyî û welatên cîhanê agahdar kir. Berdevê ragihandinê yê wezareta derve yê Çekya Michaela Lagronova ragihand ku ew kesekî mecbûr nakin ku navê nû bi kar bîne û ewê bi zeman re navê nû bidin qebûlkirin

Itîraf: Behsa êrîşa li ser Rûdawê dike (vîdyo)

Asayîşa Hewlêrê vîdyoya itîrafên kesê ku êrîşî Rûdawê kiribû belav kir.

Hinek Kurdan soz dane Malikî: Em li dijî serxwebûnê ne

Serokwezîrê berê, perçekirina Îraqê weke xeyalekê dibîne û dibêje, Îraq perçe nabe, hinek serkirdeyên Sunne xeyala bi herêmbûna Îraqê dibînin, lê bingeha xemawerî ya Sunne û Şîee li dijî perçekirina Îraqê ne, û qebûl nakin ku Îraq perçe bibe. Di derbarê pêkanîna referandumê li herêma Kurdistanê û ragihndina serxwebûnê, Malikî got, raste herêma Kurdistanê dixwaze gava xwe ber bi cudabûnê ve bavêje, lê ew ne di berjewendiya herêma Kurdistanê de ye, şert û mercên welatên cîran rê nadin wê yekê. Malikî got, tevgerek di nava herêma Kurdistanê de heye ku li dijî serxwebûna Kurdistanê ye, lê wî navê wan aliyên siyasî yên Kurd eşkere nekir ku li dijî serxwebûna Kurdistanê ne.

ENKS ji bo Kurdistana Sûriyê destûrek amade kir

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê roja sêşemê li Cinêvê work shopekê amade dike û têde gelek kesayetiyên Emerîkî û Ewropî beşdar dibin. Di wê workshpê de, wê li ser du xalan were rawestandin, yek ji wan sîstema federalî ji bo Sûriyê û danîna destûra Sûriyê. Work shop wê du rojan berdewam bike. ENKS destûrek ji bo Kurdistana Sûriyê amade kiriye û ew destûr ji 132 madeyan pêk tê. Di amadekirina Destûrê de, gelek pisporên Ewropî û Emerîkî beşdar bûne û roja sêşemê heta înê wê bi hev re wê destûrê gotûbêj bikin. Kesên ku bi ENKS re destûr amade kirine, şarezayên Ewropî û Emerîkî ne di warê amadekirina destûrê de.

Bersiva Îranê da: Bi tu awahî qebûl nakin!

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva gefên Cîgirê Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê da û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gefên Serdar Selamî red dike û cîrantiyek herdem baş weke bingeha pêwendiyên li gel Îranê dibîne.”
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com