Neviyê Îbrahîm Paşa li Kolnê wefat kir (foto)
Nivîskar, lêkolînvan û kesayetiya Kurd Ebdul Îlah Paşayê Millî di encama nexweşiyekê de li Almanya bajarê Kolnê wefat kir. Ew weke kesayetiyeke niştimanî hem endamê hevpendiya Kurdî bû ku di sala 1992 de li rojavayê Kurdistanê hatibû damezirandin, hem jî ji sala 2011an de endamê ENKSê bû.
Kurê Diyab El Maşî bû serokê Minbicê
Kurdê parlamenterê berê yê Sûriyê Diyab El Maşî, Farûq El Maşî, û birayê Mihemed Xêr El Maşî, ku berî çend mehan endamê parlamentoya Sûriyê bû, û bavê wî salên dûr û dirêj endamê parlamentoyê bû, ji aliyê Hêzên Sûrya Demokratîk ve bû serokê Hevserokê Encumena Minbicê.
Farûq El Maşî, yek ji kesên nêzîkî rêjîma Sûriyê tê naskirin û kesekî Bassî ye.
Sozdar Xalid jî bû hevroka Encumenê.
Serkirdeyê Tevgera Nûredîn El Zenkî diaxife (vîdyo)
Serokê Polîtbîroya Tevgera Nûredîn El Zenkî ji Cerablusê behsa dîlên YPG yên ku li cem wan girtîne dike.
Zarokekî 12 salî di nava YPG de şehîd ket
Zarokekî ji kobanî ku temenê wî nêzîkî 12-13 salane, di nava şervanên YPG de, li Munbicê di şerê Daişê de şerhîd ket.
Fermandara YPJ: Pêwîstiya me bi Emerîka tune ye
Fermandara YPJ Nesrîn Abdullah, li ser rûpela xwe ya Twitterê li ser gotina wezîrê derve yê Emerîka John Kerry ku gotibû ew piştgiriya avakirina dewleteke kurdî li Sûriyê nakin û divê hêzên YPG ji rojavayê Firat biçe rojhilatê wî çemî, got: Iînsiyatîv di destê me de ye ne di destê Emerîka de ye, em biryarê didin ne Emerîka û pêwîstiya me bi Emerîka tune ye.Nesrîn Abdullah got, Em 5 salin şerê çeteyan û dijminê însaniyetê dikin. Emerîka 1,5 salin alîkariyê dide me, me ji aliyê xwe ve tu alîkarî ji Emerîka nexwestiye, wê ew alîkarî da me û em ne muhtacî Emerîka ne....
“Artêşa Azad 7 şervanên YPG esîr girtin“ FOTO
Endamê polîtbîroya Lîwa El Muetesem ku di nava Artêşa Azad de cih digire û yek ji hêzên sereke li Cerablusê Mistefa Sêcerî ragihand ku wan di şerê Cerablusê de 7 şervanên YPG esîr girtine.
Piştî seksê bi hev ve zeliqîn û ji hev venebûn (foto)
Sasha Ngema (34) xiyanet li mêrê xwe kir û çû bi zilamekî din bi navê Sol Qoboza (22) re seks kir. Çûne Efrîka Başûr di maleke kirê de, piştî ku seks kirin, bi hev de zeliqîn, organê zilam (penis) ji nava jinikê (vajin) derneket. Demeke dirêj wiha ma, kirin hawar pilîs bi wan hesiyan û ew bi riya ambulansê birin nexweşxaneyê, Milet jî bi wan hesiyan, nêzîkî 2000 kes li pêşiya mala ku ew têde bûn kom bûn.
Rojnameya înglîzî Daily Mail nivîsand ku piştre eşkere bû ku mêrê wê Nell dizanibû ku jina wî xiyanetê lê dike, lê ketibû şubhê, çûbû bi riya jineke doktor, bêyî ku jina wî pê bihese, dermanekî weke lezqê xistibû nava organê jina xwe.
Tirkiyê Vîza ji ser pasportên Sûriyê radike (foto)
Rêxistina Sûrî ya Mafên Penaberan ragihand ku ji 01.09.2016 wê Tirkiyê vîza ji ser pasportên Sûriyê rake. Serokê wê rêxistinê Al Niêmî Mihemed li ser rûpela xwe ya Facebook nivîsand ku ew hatine agahdarkirin ku Tirkiyê di dawiya vê mehê de vîza ji ser pasportên Sûrî û Îraqî radike.
Li wê rêxistinê wê Tirkiyê 2 dergehên sînorî bi Sûriyê re veke, dergehê Oncupinar (beramber Bab El Selame) û dergehê Cilvegözü (beramber Bab El Hewa, Ezaz).
Her çiqas bi fermî ev nûçe ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve nehatibe piştrastkirin jî, lê di vê mehê rayedarên Tirkiyê behsa wê yekê kiribûn ku ew difikirin ku vîza ji ser pasportên Sûriyê rakin.
Şerîfo klîpa Qamişlo çêkir (vîdyo)
Raperê Kud Şerîfê Omerî (Şerîfo) vîdeo klîpek bi navê "Megrî bajarê min megrî" çêkir û ji Rûdawê re şand.
Omerî got "Ew ji ber teqîna Qamişlo gelek xemgîn bûye. Wî ew rapa xwe ji bo kesên bêguneh ên sivîl çêkiriye."
Awaz û gotinên rapê yê Şerîf Omerî bi xwe ne.
Şerîfo ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.