Hisên Zeydîn, ku 8 girtî ji malbata wî ne, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro serê sibehê, dema grûpek ji karkerên ku li Deriyê Sêmalka kar dikin li ser riya karê xwe bûn, ji aliyê asayişê ve hatin girtin.
Bi gotina Zeydîn, Otomobîleke Asayişê li duryana gundê Toremîş rê li otomobîla wan karkeran girtibû û xwestibû ku wan ji bo leşkeriya bi zorê bigre.
Zeydîn da zanîn ku qirecir di navbera endamên asayişê û wan karkeran de derketibû û di encamê de, 10 karker hatin girtin û 2 kes jî reviyan.
Hisên Zeydîn got ku asayişê ew her 10 girtî şandine Girkê Legê û heta niha kesî nikariye wan bibîne yan jî rewşa wan bizanibe.