Empatî ji bo fêmkirina rewşên ji hev cûda tê kirin.
Kesek, komek yan jî civakek di demeke pir kin da xwe dixe şûna ya/yê din, daku hember û jibera/ê xwe fêm bike.
Meriv dema bêalternatîf bimîne pir caran daxwaza empatîyê dike û dipirse:
„Tu di şûna min da bî, tu yê çi bikî?“
Kes, civak an jî xelkên belengaz, şerpeze û bindest, bi bawerîya min ne pêdivî ye, ku hev empatî bikin. Jixwe di hemhalê hev da ne.
Yên dewlemend, desthilat û serdest, heke hêzê piçek ar, namûs, rûmet û xîret pê ra hîştibe, divê ew empatîya xizan û bindestan bike! Ev jî ji hezarê yek nake.
Kes, civak an jî milletên belengaz û bindest dema empatîya dewlemend û serdestan bikin, xwe bixin şûnê û êdî ji wê hal û şûnê derneyên, ev jî dibe empatîmanyaqî.
Her kirin, raman û têgihîn ji rê û armanca xwe derkeve, pêşî dejenerasyon, paşê manyaqî dest pê dike.
Manyaqî rewşeke ne normal e. Şêtî û bêhişî ye.
Psîkomanyaqî, seksomanyaqî, megalomanyaqî, empatîmanyaqî û heta dikarin hun vê lîsteyê dirêj bikin!
Li rewşa me Kurdan dinihêrim, vê empatîmanyaqîyê jî ez lê zêde dikim.
Yekemîn empatîmanyaqîya Kurdan, çi bi zorê, çi ji dil, bi pejirandina dînê ereban, bi bawerîya çolê dest pê kirîye.
Ji wê demê heya îro hemû deng, reng û zimanê me resenîya xwe winda kirine, dejenere bûne. Tore, adet, rû û rûçik awayên xwe winda kirine, tev çeliqîne.
Reş kirine civaka kurdî, mîna qîr tarî. Mîna çol terikî, bêberhem û zuwa.
Rengê xwe bi rengê çolê ra guhertîye. Li Kurdistanê ye, lê hişê wê/î li çolê ye.
Ji erebekê/î zeftir misilman, ji Muhemedîyekê/î zeftir Muhamedî(bû) ye.
Duyemîn empatîmanyaqîya Kurdan turkperwerî û farisperwerîya Kurdan e.
„Tirkîye“, „Îran“, „Îraq“, „Surîyeyê“ rêya Kurdistanê bi wan daye windakirin.
Empatîmanyaqîyeke wisa ku êdî ne kurdî tê bîra wan, ne Kurdistan.
Hedî hêdî dibin-bûne neyarê ziman, welat, paytext û dewletê.
Wisa hatine tevizandin û ji hişên xwe çûne, ev tiştên han ne pêdivî ne ji bo wan.
Lê ji bo dîn û îman, ziman, dewlet û paytextên xelkê xwe dikin hezar parçe..
Kiras li xwe diçirînin.
Millet xwe bi xwe bûye empatîmanyaq?
Na helbet.
Di bin nave “welatê hevbeş“, „jîyana bihevrayî“ „ummet“ „enternasyonalî û gelek beredayî û ecêbên din da; hevkarîya bi dagirkeran ra millet bêhiş û fahş kirîye.
Kî ne berpirsîyarên vê bêhişîyê?
Ew şêx û mellayên rûtapanên bi şaşik ku bi sedan salan e, mîna wan pîrhevokan bi dînê ereban tevn vedane di hemû hucreyên civaka kurdî da. Bêhiş kirine xelkê.
Ew partîyên ku jîyê her yekê ji 40-60 salî derbas bûye, şûna beg û mîrayetîyên berê girtine û tenê navdar in bi serokên xwe yên qirase.. Zênkorî kirine wan endam û alîgirên xwe.
Û helbet ew sofî, murîd, alîgir û mizdankarên bêhiş û gunehkar..
Ev in, ên ku millet kirine empatîmanyaq û genatîka wî xirab kirine.
Icar di nava vê genetîka xirab da, ne ecêb e ku çend zênkor ji bo xatirê çend tirk û erebên ku bi hîlle hatine bicîkirinê, empatî nekin û nebêjin Qamîşlo, Amed, Hewlêr ne bajarên kurdî ne.
Yan jî dewleta kurdî, serxwebûn „felan“ xeyal e..
Yan jî Enqere, Tehran, Bexda û Şam girîngtir in ji serekbajarên kurdî..
Ji bo ji xewa xefletê şîyar nebe û neyê ser hişê xwe, bi sedan „yan jî“ xistinê serî.
Bi vê empatîmanyaqîyê ne seyr e, ku dewletên dagirkerên têkçûyî, hilşîyayî careke din bi destên Kurdan werin rizgarkirin û bikevin xwîna Kurdan û Kurdistanê bêbare wêran bikin.
Di vê halê da ne xerîb e; dîn, îdolojî, bawerî û berjewendîyên wan ên genî û rizî dîsa bi rêya vê empatîmanyaqîyê neyê zeximkirin. Mîrkutê li serî bixe û nehêle ku millet ji xewa mirinê şîyar be!
Kurd li ser rûyê cîhanê tekane millet in, ku qatîlên xwe diafirînin.
Dîsa tekane ew millet in, ji xeynê xwe xizmetkarê her kesî ne.
Do wiha bû. Îro jî wiha ye.
Sibe dê çawa be?
Nizanim…
Berlîn, 13 tebax 2016
E. Ararat